Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya bi daxuyaniyekê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û destnîşan kir, ku di têkoşîna li dijî şêlandin, talan û mêtingeriyê de 'rastiya şehîdan' xet e.

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya şoreşgerên ku di meha Gulanê de şehîd bûn, bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di meha Gulanê de ku weke meha şehîdan tê pênasekirin, pêşengê şoreşger ê mezin hevrê Hakî Karer ku şehîdê destpêkê yê têkoşîna me ya azadiyê ye û Rêber Apo ji bo wî digot 'Ruhê min ê veşartî ye', hevrê Abdûlhalîm Kirtay ku li zindanên dewleta Tirk a faşîst qirker serî li ber êşkence û zextên giran netewand, li zindanên dewleta Tirk a faşîst mêtinger 30 salan bi rastiya têkoşîna azadiyê tevgeriya, bi ked û baweriyeke mezin dilsozê hevrê û gelê xwe bû, endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê, endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê û endama Meclîsa PAJK'ê hevrê Gulçiya Gabar û hevrê Pelşîn Newroz, pêşengên şoreşgeriya Tirkiyeyê yên di 6'ê Gulana 1972'an de şehîd bûn Denîz, Yûsûf û Huseyîn Înan, şoreşger û welatparêzên Kurd ên 9'ê Gulana 2010'an ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin; Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Alî Haydariyan, Ferhat Wekîlî û Mehdî Îslamî Ozgur, şopdarê Denîzan, Yûsûfan, Huseyînan, Mahîran, Îboyan pêşengê DKP-BOG hevrê Ûlaş Bayraktaroglû yê ku 9'ê Gulanê li Reqayê di têkoşîna şoreşê ya dijî çeteyên AKP-MHP'ê û hêzên sîstema kapîtalîst tevlî karwanê nemiran bû, hevrê Mizgîn a ku di çand û hunera şoreşgerî ya Kurdistanê de, di têkoşînê de cihê xwe di dilan de girt, di şexsê van hevrêyan de şehîdên azadiyê hemûyan bi hurmet, hezkirin, minet bi bîr tînin û bi navê girtiyên şoreşger ên PKK û PAJK'î soza xwe dubare dikin ku xwedî li bîranînên wan derkevin û armancên wan pêk bînin.

Rêber Apo PKK weke Partiya Şehîdan pênase kir. Têkoşîna azadiyê ya zêdeyî 50 salan bi vê rastiyê dewam dike, bi vê heqîqetê bû ronahiya hêviyê ji gelên Kurdistanê û tevahiyag elên cîhanê re. Pêşengiya artêşa şehîdên leheng pêşengên bingehîn ên nirxan hemûyan e. Şehîdên me yên leheng, her yek ji wan abîdeyeke berxwedanê ne. Fêhmkirina şehîdên leheng, bicihanîna armancên wan di vê serdemê de xeta bingehîn a têkbirina rêxistiniya çete ya faşîst qirker a desthilatdariyê ye. Rastiya şehîdan ku dema me ya bihurî, îro û paşeroja me ne, ruhê bingehîn ê avakirina jiyana me ya azad e. Ev rastî ku ber bi şehadetê jî gavek paşde neavêtin û tawîz ji têkoşîna bi rûmet nedan, nirxê me yê moralê ye ku rêya me ronî dike. Dilsoziya bi rastiya şehîdan navê hêviya serketinê ye."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku bicihanîna armancên şehîdan, meşandina têkoşînê bi biryardariyeke mezin, berpirsyariya her kesî ye û hate gotin, "Bi baweriya ji serketinê ya şehîdên me yên leheng ku çavkaniya me ya hêviyê ye, divê em ji berê bêhtir têbikoşin, serî li ber rejîma faşîst a AKP-MHP'ê netewînin, reşbîn nebin, heta dawiyê têkoşînê mezin bikin, bi zimanê ku dijmin jê fêhm dike bersivê bidin, di serî de jin û ciwan ev yek berpirsyariya her kesî ye. Rejîma AKP'ê di desthilatdariya xwe ya 21 salan de bû sedema mirina bi hezaran mirovan, bi hezaran mirov xist zindanê, Kurdistan û Tirkiye kir mîna zindanê, nijadperestî û cihêkarî xist nava gelan, bi gotina yek ziman, yek al, yek welat neteweperestî sor kir, gel li ber hev rakir, xaka Kurdistan û Tirkiyeyê, av û nirxên wê pêşkêşî sermayeya biyanî û alîgirên xwe kir, firot, Îslam a ku ola aştiyê ye ji rastiya xwe dûr xist, ji bo rejîma xwe li ser piyan bihêle weke amûrekê bi kar anî, di mêtingeriya karker û kedkaran de, di kuştina bi hezaran karkeran de berpirsyar e. Rejîma AKP bi MHP'ê re bû yek, bi zext, hîle û lîstikan kete hilbijartinên 14'ê Gulanê, saziyên mîna YSK'ê jî xist bin kontrola xwe. Rejîma AKP-MHP serketiyê vê hilbijartinê nîne, lê binketiyê vê hilbijartinê ye. Hilbijartinên 14'ê Gulanê bûye belgeya diziya rejîma faşîst a AKP-MHP'ê, HUDA-PAR, BBP, Yenîden Refah. Têkoşîna li dijî şêlandin, talan û mêtingeriyê berprisyariya bingehîn ag elên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Rastiya şehîdan jî di vê têkoşînê de xeta bingehîn a pêşveçûnê ye.

Bi navê girtiyên şoreşger ên ji doza PKK û PAJK'ê em bang li her kesên li Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku li ser rastiya şehîdan xwedî li rûmeta xwe derkevin, hesab ji kujeran-dizan bipirsin, li dijî rêxistiniya çete ya vê rejîma tirsonek şer bikin, têbikoşin. Di şexsê şehîdên meha Gulanê de em şehîdên azadiyê hemûyan careke din bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin û soza serkxistina armancên wan dubare dikin."