ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Hilbijartinên Serokkomariyê û Parlamenteriyê yên Serdema 28'an ên li Tirkiyeyê wê werin şopandin.

- Xwişkên wêrek ên Kurdistanê Gulistan û Ronahî di rêwîtiya rabûna li ber dîlgirtin û zextê de tevlî karwanê nemiran bûn. Keziyên ku ji dayika xwe re hiştin, weke mîrateya têkoşînê li dîwarê mala wan hatine daliqandin.

- Mînakeke talanê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê li Geliyê Perî ye ku dibe sedema pirsgirêkên hawirdorê û gefê li tenduristiya gel dixwe.