Aydin: Qet nebe welat wê bêhnek bigire
Dîroknas û nivîskar Erdogan Aydin destnîşan kir ku, desthilatdariya heyî dema xwe dagirtiye û got, "Bi hilbijartinê re her tişt baş nabe, lê herî kêm welat wê bêhnek bigire."
Dîroknas û nivîskar Erdogan Aydin destnîşan kir ku, desthilatdariya heyî dema xwe dagirtiye û got, "Bi hilbijartinê re her tişt baş nabe, lê herî kêm welat wê bêhnek bigire."
Dîroknas û nivîskar Erdogan Aydin ji ANF'ê re hilbijartina krîtîk nirxand û diyar kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê îhtîmala bidawîbûna serdemeke totalîter a gelekî giran derxist holê. Aydin bi bîr xist ku, bi taybetî di 7-8 salên dawî de hem maf û azadiyên kedê û hem jî maf û azadiyên bingehîn bi temamî ji holê hatine rakirin û destnîşan kir ku, Kurd, Elewî û jin heta niha gelek windahî dane.
‘HILBIJARTINA 14’Ê GULANÊ GELEK GIRÎNG E’
Aydin anî ziman ku divê hemû hêzên demokratîk ên li welat tercîha xwe bikin û wiha got: “Hilbijartina 14’ê Gulanê gelek girîng e. Ji bo serokkomariyê Kiliçdaroglû û ji bo nûneriya hêzên demokratîk jî Partiya Çepên Kesk divê bên tercîh kirin. Eger ev her du armanc pêk werin, di dema pêş de hêviyên pir cidî ji Tirkiyê re çêdibin. Bê şik ji îro heta sibê ne mimkûn e ku pirsgirêkan çareser bikin. Lê rastiya ku Tirkiye dikare bêhna xwe bigire, zêdebûna hejmara parlementerên ku li Tirkiyeyê mafên bingehîn û azadiyan diparêzin, hilbijêrek alîgirê maf û demokrasiye, nerazîbûna welatiyek di sindoqan de derketin gelek girîng e. Ez bawer dikim û hêvî dikim ku ji vê hilbijartinê encameke wiha derkeve.”
‘YÊN KU DIBÊJIN ÊDÎ BESE VÊ CARÊ GELEMPERIYE’
Aydin bi bîr xist ku dema bi perspektîfeke dîrokî lê bê temaşekirin tê dîtin ku Tirkiye ne welatekî ku pirsgirêk bi hêsanî bên çareserkirin e û destnîşan kir ku bi taybetî jî dewreyên hilbijartinê her tim di nava tehdîd û zextan de derbas dibin. Aydin, anî ziman ku ji berê heta niha ji bo di hilbijartinê de ked û azadî bi ser nekeve her tişt hatiye kirin û wiha dewam kir: “Li Tirkiyeyê hêzên li dijî azadî û kedê ku bi giştî di nava dewletê de hêzên sazûmankirî ne, ji bo di hilbijartinan de bi ser nekevin bi hemû hêza xwe hewl didin ku vala derxin. Bi baweriya min vê carê rêjeya kesên ku dibêjin êdî bes e ne tenê li bajarên mezin, li seranserê Tirkiyê jî heye û gelemperî ye. Ji ber ku em gelê Tirkiyeyeke ku hatiye wê astê ku ne tenê kedkar, bûrjûwazî jî nikare bi bawerî li paşerojê binêre. ”
'BERPIRSYARIYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ '
Aydin da zanîn ku, divê hêzên demokratîk bi perspektîfeke ku tenê bi xwe re sînordar nemîne li van hilbijartinan binêrin û got ku li Tirkiyeyê rehetiya giştî, dê bihêle gelên bindest, kurd, kedkar, jin, Elewî û hemû mexdûrên din sibe bi hêsanî nefesê bistînin û bi vî awayî Tirkiye bi tevahî bê guhertin.
Aydin da zanîn ku şansê vegerandina desthilatdariya heyî bi temamî ji holê rabûye û destnîşan kir ku ev yek di mijara Sûriyeyê de, avakirina têkiliyên bi welatên din ên cîhanê re û başkirina aboriyê de jî wiha ye û ji ber vê yekê ew li ber sînora guherandinê ne. Aydin got, “Lê belê em ji bîr nekin ku; AKP’ê bi ser bikeve jî şensê xwe yê rêvebirina Tirkiyeyê winda kiriye. AKP’ê bi ser bikeve jî nikare aboriyê sererast bike. AKP’ê bi ser bikeve jî nikare têkiliyên derve yên Tirkiyeyê sererast bike. Ji ber vê yekê pêngava AKP’ê bi dawî bûye. Em hêvî û dua bikin ku ev yek pêk neyê."
'PÊWÎSTIYA ME BI NÛNERTIYEKE XURT A PARTIYA ÇEPÊN KESK HEYE'
Aydin destnîşan kir ku, ger muxalefet di hilbijartinê de bi ser bikeve, wê têkiliyên navneteweyî yên Tirkiyeyê di demeke gelekî kurt de ji ya tê pêşbînîkirin baş bibin û têkiliyên wê yên aborî jî herî kêm wê hinek rehet bibin. Aydin da zanîn ku ya herî girîng ew e ku kesên berê ronahiya rojê nedîtine, ji bo guhertinê bi awayekî exlaqîtir seferber bibin û wiha got: “Ez wisa difikirim ku hem ji me re hem jî ji Tirkiyeyê re gelekî pêwîst e. Ji ber vê yekê pêwîstiya me bi nûnertiyeke pir xurt a Partiya Çepên Kesk li parlamentoyê heye. Ji ber vê yekê em armanc dikin ku em derbasî Tirkiyeyeke ku di vê hilbijartinê de nefes bigrin, ji bilî vê jî pêwîstiya me bi hêzên demokratîk heye ku baştir û bi bandortir têbikoşin. Em ê bi hev re bibînin ku di roja hilbijartinê de em li ber guhertinekê ne.”