ROJEVA 18'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.
- Desthilatdariya AKP'ê li gel dizîna dengan her wiha hilbijêran vediguhezîne, sindoqên dengdanê dike yek û li adresên nîne, hilbijêran nîşan dide. Bi vî rengî gelek hîleyan di hilbijartinê de dike.
- Hevberdevkê Amedê yê Partiya Çepên Kesk Abbas Şahîn diyar kir ku biryara wan a 14'ê Gulanê ji bo 28'ê Gulanê jî derbas dibe û wê tercîha xwe li aliyê Kiliçdaroglû diyar bikin.
- Nobeda Azadiyê bi endamên KOMAWê dewam dike. Bi navê KOMAW'ê dayika şehîd, Xane Yildiz axivî û got, "Ez ketim 80 saliya xwe. Bibim 100 sal jî ez ê ji bo Rêberê xwe bêm vê derê. Em Serok Apo dixwazin. Êdî tehemûla me nemaye."
- "Hevrê Hakî Karer ji bo serxwebûna Kurdistanê xwe da pêş, çawa ku mirin da ber çavan, berxwedana proleterî, raman xwe ya serbixwe pêl bi pêl belavî welêt kir, ferz kir ku ji bo oxira vê divê xwîn bê rijandin."
- FEDA: Ji bo hilbijartinên Serokkomariyê ku wê 28'ê Gulanê dubare bibe, divê em motîve bibin û bi dirûşma serketinê xwe amade bikin. Bi şev û roj divê em ji bo serketinê bixebitin.