Endamên ESP’ê Ebrû Yîgît û Denîz Aktaş hatin berdan

Alîkara Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ebrû Yîgît û endama Desteya Rêveber a Navendî ya ESP’ê Denîz Aktaş, meha Tebaxê ya sala 2022’yan li Stenbolê hatin girtin, rûniştina duyemîn a doza ji ber dihatin darizandin, hatin berdan.

Alîkara Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ebrû Yîgît, endama Desteya Rêveber a Partiyê Denîz Aktaş, endama ESP’ê Nûrcan Gullubûdak û Mert Ûnay, 22’yê Tebaxa sala 2022’yan li Stenbolê hatin destgîrkirin û girtin.

Rûniştina duyemîn a doza li wan hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayên Giran a 14’emîn a Stenbolê hat kirin.

ESP’yî, bi îdiaya ‘’Endamtiya rêxistinekê’’, ‘’Kirina propagandaya rêxistinê’’ û ‘’Bêyî destûr girtina tiştên xeternak bi xwe re’’, tên darizandin.

Alîkara Hevserokê Giştî yên ESP’ê Ebrû Yîgît û endama Desteya Rêveber a Navendî Denîz Aktaş hatin berdan.

Biryara dewamkirina li girtina endamê ESP’ê Mert Ûnay hat dayîn, rûniştina din taloqê 6’ê Tîrmehê hat kirin.

Endama ESP’ê Nûrcan Gullubûdak jixwe rûniştina pêşîn hat berdan.