‘Rewşa girtiyên nexweş Ot, Kodîn û Ozbayê giran e’
Di çalakiyan de ku li sê bajaran hat lidarxistin, hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Bedrî Ot, Eyup Kodîn û Fatma Ozbayê giran e, divê demildest bên berdan.
Di çalakiyan de ku li sê bajaran hat lidarxistin, hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Bedrî Ot, Eyup Kodîn û Fatma Ozbayê giran e, divê demildest bên berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxê Stenbolê ji bo balê bibin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 581’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî, li ber avahiya komeleyê pêk hat. Di çalakiyê de vê hefteyê bal bi ser rewşa girtiya nexweş Fatma Ozbay a li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Jinan a Tîpa T’yê tê ragirtin de hat birin. Endama ÎHD’ê Hatîce Onaran daxuyanî xwend û bal bir ser rewşa girtiya nexweş Fatma Ozbay û got ku gelek nexweşîn lê peyda bûne û pençeşêra pêsîrê lê ketiye û pêsîra wê ya çepê hatiye jêkirin û rewşa wê her ku diçe xedartir dibe. Onaran, da zanîn ku pençeşêr li tevahiya laşê Ozbay belav bûye û xwest demildest were berdan.
ENQERE
Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re jî li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê ji bo birina balê bi ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe di hefteya 453’yemîn de li dar xist. Vê hefteyê bal bi ser rewşa girtiyê nexweş Bedrî Ot de hat birin ku li Girtîgeha Menemenê ya Îzmîrê ya Tîpa R’yê de tê ragirtin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci, daxuyanî da û bal bir ser binpêkirina mafan û bi bîr xist ku Abdulhalîm Kirtay ê 51 roj berê hatiye berdan duh jiyana xwe ji dest daye û mafê Kirtay li ber çavan hatiye binpêkirin.
Yazmaci bal bir ser rewşa girtiyê nexweş Bedrî Ot û xwest rapora ATK’ê dane Ot bila were sepandin û 8 sal in ew girtî ye û 82 salî ye. Yazmaci, anî ziman ku Bedrî Ot 3 sal in tedawiya pençeşêra kolonê dibîne û her ku diçe rewşa wî xedartir dibe û xwest were berdan.
ÎZMÎR
Şaxê ÎHD’ê yê Îzmîrê bal bir ser rewşa girtiyê nexweş Eyûp Kodîn û xwest ku were berdan.
Daxuyaniya ku Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Îzmîrê ji her du hefteyan carekê ji bo balê bibe ser rewşa girtiyên nexweş dide, di hefteya 274’an de li pêşiya Sumerbank a kevin a Konakê hate dayîn. Rêxistinên girseyî yên demokratîk, saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Bêdeng nemîne nebe şirîk, dimirin” û “Girtiyên nexweş dimirin” hatin vekirin. Di daxuyaniya vê hefteyê de bal bi ser rewşa girtiyê nexweş Eyûp Kodîn (49) de hat birin. Kodîn, li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Sêwregê tê ragirtin.
HÊJ TEDAWIYA WÎ NEQEDIYAYE HATIYE GIRTIN
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxê ÎHD’ê yê Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend û wiha got: “Nexweşiyên dil, hîpertansiyon û şekirê yên Kodîn hene. Kodîn, ji ber cezayê hefsê yê 6 sal û 3 mehan, di sala 2019’an de hate girtin. Piştî emeliyata bypassê, ji bo tedawiyê înfaza wî bo 3 mehan hate taloqkirin û di 5’ê sibata 2023’yan de hate berdan. Lê belê tedawiya wî hêj xelas nebûbû, di 28’ê nîsana 2023’yan de dîsa hate girtin.
REWŞA TENDURISTIYÊ
Kodîn, ku rewşa xwe ya tenduristiyê bi rêya malbata xwe ji ÎHD’ê re şand. Got; ‘’Di pêvajoya pandemiyê de min 2 salan nekarî biçim nexweşxaneyê. Ji ber ku di gelek beşên Nexweşxaneya Sêwregê de bijîşk tu nîn in, min nekarî tedawî bibim. Gelek girtiyên nexweş jî nikarin li girtîgehê tedawî bibin. Di 23’yê çileya 2023’yan de ez emeliyata baypassê bûm. Piştre jî bi zora leşkeran ji nexweşxaneyê hatim derxistin û birin girtîgehê. Heta li nexweşxaneyê jî ez bi destkelemçekirî dibirim daşirê. Dema ji nexweşxaneyê hatim derxistin, girêdayî monîtorê bûm. Tevî ku makîneya hilmê li ber poza min jî bû, destên min hatin kelemçekirin, bi darê zorê li wesayîta leşkerî hatim siwarkirin û birin girtîgehê. Heta ambûlans jî nedan. Saxderketina min a ji wir mimkin nebû lê hevalên min li min dinihêrtin. Piştî taloqkirina înfazê, rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ hate dayîn. Vê jî ez kirim çaryek mirov.”
'DIVÊ ÎNFAZA WÎ WERE TALOQKIRIN’
Çîçek, destnîşan kir ku şert û mercên girtîgehê ji bo tedawî û nihêrtina li Kodîn ne guncav in, bang kir ku di serî de Kodîn, hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan.
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.