Sê çavdêrên hilbijartinê yên Spanyayî hatin dersînorkirin

Desthilatdariyê nehêla ku gelek çavdêrên Ewropayî yên ku dixwestin hilbijartinê bişopînin, bikevin Tirkiyeyê. Ji şandeya Spanyayî ya 10 kesî, 3 kes ku li Sêrtê hilbijartin dişopandin hatin destgîrkirin û piştre hatin dersînorkirin.