Partiya Keskan a Ewropayê: Serdema nû ya Tirkiyeyê hîn diyar nebûye
Hevseroka Partiya Keskan a Ewropayê Melanîe Vogel diyar kir ku piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê serdema nû ya Tirkiyeyê hînê diyar nebûye.
Hevseroka Partiya Keskan a Ewropayê Melanîe Vogel diyar kir ku piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê serdema nû ya Tirkiyeyê hînê diyar nebûye.
Hevseroka Partiyên Kesk a Ewropayê Mélanie Vogel û Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena li Eywana Ciwanan a Cezayîrê têkildarî encamên hilbijartinên doh daxuyanî dan. Li eywana daxuyaniyê alaya Keskên Ewropayê hate daliqandin û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê Beser Çelîk û Mevlûd Ustabaş, Hevberdevkên Partiya Keskan Ozlem Teke û Koray Dogan Urbarli tev li bûn.
Hevseroka Partiyên Kesk a Ewropayê Mélanie Vogel diyar kir ku hilbijartin bi qasî Tirkiyeyê ji bo Ewropayê jî girîng bûn û wiha got: “Lewma em li vê derê ne. Mirovên ji fikr û platformên cuda hatin ba hev. Li vê derê armanca esasî demokrasî bû lewma hatin ba hev. Lewma di van hilbijartinan de muxalefeteke xurt heye. Muxalefet hewl dide welêt ji her cureyên nefretê biparêze. Muxalefeteke wiha li pêşberî me heye. Li gorî Ewropayê, rêjeya tevlibûna hilbijartinê ya li vê derê zêdetir bû. Lê serdema nû ya Tirkiyeyê hêj nehatiye nivîsandin. Weke Keskên Ewropayê em ê her tim li cem we bin. Pêdivî bi piştevaniyeke derveyî sînor heye.”
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena jî diyar kir ku tevlibûna hilbijartinan zêde bû lê beşeke ku neçûye ser sindoqan heye û ev tişt anî ziman: “Beriya hilbijartinê beşeke ciwanan got em naçin ser sindoqan. Girîng e ku em vê beşê bibin ser sindoqan. Demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng e. Ji bo hilbijartinê 15 roj mane û ev demekî kin nîne. Lewma divê em hîn xurtir bixebitin.”
Hevberdevka Partiya Keskan Ozlem Teke jî wiha got: “Li Tirkiyeyê tiştekî zehmete ku mirov zextê paş bixîne. Divê em bêhêvî nebin. Em ê xwe nû bikin û hêj baştir nû bikin. Em bêhêvî û bêzar nînin.”