ROJANE
Hemû Nûçe
-
Hevdîtina bi parêzer û malbatê li Rêberê Gelê Kurd qedexe kirin
Derket holê ku car din qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. -
Ji bo razemeniya ji derve pêvajoya 'li bendê be, bibîne'
Aborînas Mûstafa Sonmez bal kişand ser rewşa aboriyê ya piştî hilbijartinê û dema piştî hilbijartinê ji bo sermayedarên navneteweyî yên razemeniyê dikin weke pêvajoyeke 'li bendê be, bibîne' pênase kir. -
Zexta ajantiyê li xwendekarê zanîngehê hate ferzkirin
Kesên ku xwe weke polîs dane naskirin, demekê li xwendekarê Zanîngeha Yildiz Teknîkê Ogûzhan Kûl geriyan û bi zorê xwestin wî bikin ajan. -
ROJEVA 31'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hefteya Windayan: Em ê her hefte vî sûcê dewletê bibîr bixin
Seroka ÎHD a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî ku di roja dawî ya Hefteya Windayan de axivî, diyar kir ku windakirina di dema destgîrkinê de sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got: "Em ê her hefte vî sûcê dewletê bibîr bixin." -
Polîsan Dayikên Şemiyê û mafparêz dorpêçkirin
Dayikên Şemiyê û mafparêzan ku xwest çalakiya dawîn a Hefteya Têkoşîna Li Dijî Wendahiyên Di Nezaretan de, lê polîsên Tirk dor li wan girt. -
Odûncû: Hişmendiya salên 90’î tê xelatkirin
Parlamentera Partiya Çepên Kesk Zeynep Odûncû diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê îro jî li Kurdistanê feraseta kujeriya siyasî xelat dike û got: “Berpirsyariya me duqatî bûye, divê em têkoşînê geş bikin.” -
Li Gazîosmanpaşayê êrîşê buroya CHP’ê hat kirin
Duh êvarê li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, du kesên li motorê siwar bi çekan êrîşê nûnertiya taxê ya CHP’ê kir. -
TJA: Tu hikumê encamên hilbijartinê nîn e, em ê li ber xwe bidin
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxuyaniyekê diyar kir ku tu hikumê encamên hilbijartinên serokkomariyê ji bo wan nîn e û got: “Em ê li ber xwe bidin û têbikoşin.” -
HDK, KCD, HDP, Partiya Çepên Kesk û DBP’ê piştî civînê daxuyanî da
HDK, DTK, HDP, Partiya Çepên Kesk û DBP’ê encamên civîna xwe ya ewil a piştî hilbijartinê eşkere kirin. -
Rêveberê HDP'ê Îlker Mûrat Aydin hate girtin
Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îlker Mûrat Aydin bi hinceta îfedaya 'şahid' hate girtin. -
Parêzeran ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlên xwe yên di bin tecrîda mutleq de ne re hevdîtinê pêk bînin serlêdanên nû kirin. -
Daxuyaniya HBDH a li ser Gezî: Em têkoşîna şoreşa yekbûyî mezin bikin
Komîteya Rêveber a HBDH'ê bi wesîleya salvegera raperîna Gezî daxuyaniyek da û bang kir ku li dijî faşîzmê bi ruhê Gezî têkoşîna şoreşa yekbûyî mezin bikin. -
Çapemeniya Elman: Erdogan wê li ser xeteke nerm nemeşe
Di çapemeniya Elman de ku hilbijartina Recep Tayyîp Erdogan hate nirxandin, hate destnîşankirin ku Erdogan wê li ser xeteke nerm nemeşe. -
Li Qelqeliyê îhale bi neheqî ji fîrmayeke AKP'î re hate dayin
Qeyûmê ku dest daniye ser Şaredariya Qelqeliyê, îhaleyek bêyî vexwendinê da fîrmayeke AKP'î û kir ku fîrmaya alîgirê desthilatdariyê 2 milyon û 895 hezar TL'yî bi neheqî qezenç bike. -
Di desthilatdariya nû ya Erdogan de dolar rekor şikand
Piştî ku şefê faşîst Recep Tayyîp Erdogan jinûve hate hilbijartin, Lîreyê Tirk careke din daket asta herî nizm û bêqîmet bû. Aborînas dibêjin, dibe ku buhayê dolar îsal bigihêje heta 28 lîreyî. -
ROJEVA 30'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bi keviran êrîş birin ser avahiya HDP’ê ya Înegolê
Duh bi şev 2 AKP’yiyên nîjadperest bi keviran êrîşî Rêxistina HDP'ê ya Îneogolê kirin. -
Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin
Malbata Şenyaşar a li Rihayê Nobeta Edalet didomîne got, “Em ê têkoşîna xwe ya edalet, hiqûq û demokrasiyê bi biryardariyeke mezintir bidomînin.” -
Li Geverê polîsan êşkence li Bor kir, bijîjkan got ‘sera wî êşiyaye’
Li navçeya Gever a Colemêrgê polîsan bi ser malan de girt. Polîsên Tirk bi rengekî hovane êrîşê Mûstafa Bor kir. Bijîjkan bi gotina “serê wî êşiyaye” hevkariya sûc kirin. -
Tirkiye di bikaranîna madeyên hişbir de di nava 5 welatên destpêkê de ye
Navenda Şopandina Madeyên Hişbir a Ewropayê (EMCDDA) Rapora Ava Qirêj a Ewropayê ya 2022’an weşand. Li gorî raporê Tirkiye di bikaranîna madeyên hişbir de di nava pênc welatên destpêkê de ye. -
ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Metirsî heye ku dem di ser doza Mehmet Sîncar re bibihure
Doza parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar di 4'ê Îlona 2023'an dikeve ber 'dem bihurînê'. Sîncar ji bo lêkolînkirina kuştinên kiryar nediyar çûbû Êlihê û di 4'ê Îlona 1993'an de bi hevkariya Hîzbûllah û dewletê hatibû qetilkirin. -
ROJEVA 28'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Şengalê çalakiya konvedanê ya ji bo Mexmûrê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ya Şengalê û TAJÊ’ ve ji bo piştgiriya berxwedana xelkê Wargeha Mexmûrê hatibû destpêkirin, bi daxuyaniyekê bidawî bû.