Parêzeran ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlên xwe yên di bin tecrîda mutleq de ne re hevdîtinê pêk bînin serlêdanên nû kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bilmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtinê serlêdana xwe kirin.

Parêzeran ji bo bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên ev 2 sal in agahî jê nayê girtin re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Înfazê ya Îmraliyê dan.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve nikarin tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin.

Parêzeran di daxuyaniya xwe ya 2’ê Gulanê de gotibûn, “Tevî hemû serlêdan û hewldanên parêzer û malbatan jî, têkildarê rewşa jiyan û tenduristiya Abdullah Ocalan û 3 muwekîlên me yên din ên li Îmraliyê agahiya nîne. Ev rewş me û hemû civakê dilnerihet dike.”