Li Gazîosmanpaşayê êrîşê buroya CHP’ê hat kirin
Duh êvarê li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, du kesên li motorê siwar bi çekan êrîşê nûnertiya taxê ya CHP’ê kir.
Duh êvarê li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, du kesên li motorê siwar bi çekan êrîşê nûnertiya taxê ya CHP’ê kir.
Duh êvarê saet di 22.40’î de li Taxa Baglarbaşi ya navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, du kesên li motorê siwar bi çekan êrîş bir ser buroya Nûnertiya Taxê ya Partiya Komarê ya Gel (CHP).
Li kamerayên derdorê hat nihêrtin ku du kes pênc caran guleyan berdidin xapengên buroyê. Lêpirsîn berdewam e.