Odûncû: Hişmendiya salên 90’î tê xelatkirin
Parlamentera Partiya Çepên Kesk Zeynep Odûncû diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê îro jî li Kurdistanê feraseta kujeriya siyasî xelat dike û got: “Berpirsyariya me duqatî bûye, divê em têkoşînê geş bikin.”
Parlamentera Partiya Çepên Kesk Zeynep Odûncû diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê îro jî li Kurdistanê feraseta kujeriya siyasî xelat dike û got: “Berpirsyariya me duqatî bûye, divê em têkoşînê geş bikin.”
Parlamentera Partiya Çepên Kesk Zeynep Odûncû, têkildarê qetilkirina Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar, îşaret bi rîska ku dibe qewil bi ser dozê bikeve kir û got: “Alem tev dizane ku kujerên esil kî ne, lewma me bi tenê darizandina kujer qebûl nekir û nakin. Di nava 30 salan de berpirs bihatina darizandin wê HUDA-PAR’ê nekariya ji Êlihê parlamenter kar bikira, daraz û dewlet kujeran xelat dikin.”
‘KUJERÊN ESIL TU CAR NEHATINE DARIZANDIN’
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Êlihê Zeynep Odûncû, da xuyakirin ku Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar 4’ê Gulana sala 1993’yan ji bo li kuştina kesên kiryar nediyar bikole hatiye Êlihê û ew û rêveberê bajar ê Êlihê Metîn Ozdemîr re li hatine kuştin, kuştina wan organîzasyonek e ku nabe mirov bi tenê bi kujerekî sînordar bike û îşaret bi rolê dewletê yê kuştina Mehmet Sîncar kir.
Odûncû anî ziman ku helwesta veşartinê ya têkildarê kuştina kesan li Kurdistanê salên 90’î, bûye polîtîkaya bingehîn a darazê û ev nirxandin kirin: “30 sal di ser re buhurîne û li gel ku kujer diyar in, dibe ku qewil bi ser dozê bikeve, darizandin bi vî awayî ye. Tişt bi kiryaran nayê kirin. Raporên wê demê derketine holê hene. Mehmet Agar, Mahmût Yildirimê bi nasnav Yeşîl, Alaattîn Kanat berpirsên sereke yên kuştina kesên kiryar nediyar in. 30 sal in ku tevî hemû daxwazan malbatan û parêzeran tu tişt nehatiye kirin.”
‘BERPIRSYARIYA ME JI BERÊ BÊHTIR E’
Odûncû destnîşan kir ku salên 90’î hatiye xwestin ku Êlih bibe bajarê kuştina kesên kiryarên wan nediyar û anî ziman ku tevî bedelên hatine dayîn û berxwedêriya bajêr, îro karkirina parlamenteran li Êlihê ya HUDA-PAR’ê, nabe ku mirov qebûl bike.
Zeynep Odûncû diyar kir ku bi helwesta parastina kiryaran, bi rêya Tifaqa Cimhûrê karkirina parlamenterekî li Êlihê ya HUDA-PAR’ê, hatiye asta xelatkirinê. Odûncû bi lêv kir ku bi Meclîsa ava bûye, di serî de doza Mehmet Sîncar, têkildarê hemû dozên kuştina kesên kiryarên wan nediyar, berpirsyariya wan bûye du qat û gotina xwe wiha qedand: “Kujer diyar in. Dewletê û Hîzbullahê bi hev û din re kes kuştin. Hizbullahiyên bi kuştina kesan tên têkildarkirin hatin girtin lê paşê tev hatin berdan. Ên salên 90’î bajar kirin gola xwînê, ji xwe re destên dihejînin û digerin li derve. Kuştina kesan a wê demê, îro bi destên dewletê li parlamentoyê tê xelatkirin. Ji niha û pê ve tiştê kirinê ew e ku mirov têkoşînê geştir bike. Ji ber ku kiryarên salên 90’î nehatin cezakirin, bûyerên sala 2015’an bi serê me de hatin. Sala 2015’an insanên me li nava kuçeyan hatin kuştin. Em qebûl nakin ku bi pergala cezanekirinê, rê li ber tiştine din vebibe.”