Rêveberê HDP'ê Îlker Mûrat Aydin hate girtin
Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îlker Mûrat Aydin bi hinceta îfedaya 'şahid' hate girtin.
Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îlker Mûrat Aydin bi hinceta îfedaya 'şahid' hate girtin.
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de biryara girtina Îlker Mûrat Aydin hatibû dayin.
Aydin 29'ê Gulanê roja Duşemê ji bo îfadeyê çû Edliyeya Îzmîrê, lê li wir hate destgîrkirin.
Bi hinceta îfadeya 'şahid' Aydin bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hate sûcdarkirin.
Aydin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin û hate girtin.
Dadgeriya Ceza ya Sûlhê bi heman îdîayê biryara girtina Aydin da.