Polîsan Dayikên Şemiyê û mafparêz dorpêçkirin
Dayikên Şemiyê û mafparêzan ku xwest çalakiya dawîn a Hefteya Têkoşîna Li Dijî Wendahiyên Di Nezaretan de, lê polîsên Tirk dor li wan girt.
Dayikên Şemiyê û mafparêzan ku xwest çalakiya dawîn a Hefteya Têkoşîna Li Dijî Wendahiyên Di Nezaretan de, lê polîsên Tirk dor li wan girt.
Dayikên Şemiyê û mafparêzan xwest ku çalakiya dawîn a 17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Li Dijî Wendahiyên Di Nezaretan de ya Navneteweyî, li Şîşliyê li dar bixin, bi hinceta ku qeymeqam qedexe kiriye, polîsan dor li wan girt.
Polîsan, bi awayekê kêfî nehişt çalakî pêk bê û dor li Dayikên Şemiyê û mafparêzan girt.
Dayikên Şemiyê û mafparêz ku polîsan qasekê dor li wan girt, ji bo daxuyaniyê bidin ber bi Şaxê ÎHD’ê yê Stenbolê ve çûn.