ROJEVA 31'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Bûyerên piştî hilbijartina Serokkomariya Tirkiyeyê rû didin, wê werin şopandin.
- Dorpêça li ser Mexmûrê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Rîska 'bihurîna demê' li ser dosya Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar heye, ku sala 1993'an ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin. Hevjîna wî Cîhan Sîncar got, "Dem di ser bibihure jî gel wê bêdeng nemîne û têkoşîna wî dewam bike."
- Kesên ku xwe weke polîs dane naskirin, demekê li xwendekarê Zanîngeha Yildiz Teknîkê Ogûzhan Kûl geriyan û bi zorê xwestin wî bikin ajan.
- Aborînas Mûstafa Sonmez bal kişand ser rewşa aboriyê ya piştî hilbijartinê û dema piştî hilbijartinê ji bo sermayedarên navneteweyî yên razemeniyê dikin weke pêvajoyeke 'li bendê be, bibîne' pênase kir.