TJA: Tu hikumê encamên hilbijartinê nîn e, em ê li ber xwe bidin
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxuyaniyekê diyar kir ku tu hikumê encamên hilbijartinên serokkomariyê ji bo wan nîn e û got: “Em ê li ber xwe bidin û têbikoşin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxuyaniyekê diyar kir ku tu hikumê encamên hilbijartinên serokkomariyê ji bo wan nîn e û got: “Em ê li ber xwe bidin û têbikoşin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarê, encamên hilbijartinê daxuyaniyek nivîskî par ve kir. TJA’yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser desthilata yekzilamî û destnîşan kir ku wê tekoşîna xwe ya li dijî pergala yekzilamî ya dixwaze tarîtiyê bîne bidomînin.
Daxuyaniya TJA’yê wiha ye: “Hişmendiya mêrsalar a li hemberî têkoşîna me û polîtîkaya me ya serdemê ya bi dirûşmeya ‘Wê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan’ dixwaze bi kodên netewperestî, nijadperestî û zayendparêziyê sazîbûyîna xwe pêk bîne. Di serdemeke wiha de li Rojhilata Navîn guherîn çêdibin û herêm ji nû ve tê sazkirin. Ev pêvajoya giring ji bo me jinan hem derfet e, hem jî xetere ye. Beşdariya vê pêvajoya guherîn û vesazbûnê ya rêxistinî, ji bo azadiya jinan û Kurdan berpirsyartiyeke dîrokî li me bar dike. Em jî bi vê zanebûnê tevdigerin. Di sedsala 21’emîn de ku em weke sedsala jinan pênase dikin, dixwazin bi amûrên faşîzmê û bi navê ‘sedsala nû’ sedsaleke ku tenê şer, xizanî û qirkirinê weke para jin, Kurd û gelên din re dihêlin ava bikin. Rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst, HUDA-PAR’a ku weke amûreke dewletê tê bikaranîn jî daye gel xwe û wê li Kurdistanê siyaseteke li dijî Kurdan û jinan bimeşîne. Bêyî guman ev rewş ji bo me jinan egera têkoşînê ye. Van hilbijartinên ku serdestan dixwest hebûna xwe pê rewa bikin, di mercên ne adilane de û di bin zext û zordestiyan de hatin lidarxistin.
ZORDARÎ BÊYÎ SEKIN BERDEWAM E
Me, hilbijartinên 2023’yan weke navgîneke têkoşînê ya ji bo hilweşandina faşîzmê ya bi destê jin û Kurdan û ji bo avakirina komara demokratîk dinirxand. Em TJA, di van hilbijartinan de bi ruhê seferberiyê xebitîn û bi berpirsyartiyên xwe rabûn. Em, ji bo ku dawiyê li dijminatiya jinê ya vê desthilatdariya mêr a faşîst bînin û rê li ber qirkirina jinan a ku bi salan e bênavber didomîne bigirin, têdikoşin. Ji bo bidawîkirina qirkirina faşîzmê ya li ser gelê kurd, ji bo bidestxistina mafê jiyaneke wekhev, adilane û demokratîk a gelên me; me weke Tevgera Jinên Kurd bi tevgerên jinan ên Tirkiyeyê re xebatên hilbijartinê meşandin. Di pêvajoya hilbijartinê de zext û zordarî bênavber domiyan. Her wiha têkoşîna me jî di mercên newekhev de dom kir. Bi dehan hevalên me yên ku di xebatan de cih digirtin û vîna veguherîn û demokrasiyê derdixistin holê hatin binçavkirin û girtin.
SERKEFTINA PYRÛSÊ
TJA’yê careke din vîna bi hezaran jinên ku di têkoşîna jinê de bûye kevneşopiya berxwedanê, dizane berpirsiyariya dîrokî ya ku dikeve ser milê xwe pêk bîne û ligel hemû dijwariyan jî di xebatên hilbijartinê de bi rêgezên xwe yên serkêşiya berxwedanê xebitiye, derxistiye holê. Divê tevahiya hevalên me yên jin ên ku di van xebatan de cih girtine bizanibin ku encam çi dibe bila bibe, me bi awayekê zelal û bibiryar, bi helwest û vîna demokrasiyê ya gelê xwe, bi awayekê serkeftî li hemberî neofaşîzma ku careke din serdest dibe li ber xwe da. Ev hilbijartin ne hilbijartineke rewa ye. Desthilatdarî di şert û mercên wekhev, demokratîk û zelal de bi ser neket. Desthilatdariyê bi siyaseta tundî, nefret û derewan heqîqet berovajî kir û serkeftina xwe ya sexte ragihand. Ev serkeftina Erdogan wê weke ‘Serkeftina Pyrusê’ bê binavkirin. Nîvê vî welatî vîna xwe ya guherîn û demokrasiyê nîşan da. Li Kurdistanê gel bersivek daye desthilatdariyê. Em ê li hemberî encamên vê hilbijartina ku tu rewabûna wê nîne dê vîna demokrasiyê ya gelan biparêzin, ji bo vê yekê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin.
EM Ê SERKEFTINÊ BÎNIN
Em TJA, her tim kirdeya pêvajoya vesazkirinê bin, wê her tim baweriya xwe ya ku em ê bi inyada xwe, bi vîna xwe, bi israra xwe, bi hêviya xwe û bi hêza xwe ya rêxistinbûyî gelên xwe ji vê tarîtiya faşîzmê rizgar bikin bidomînin û xurtir bikin. Ji ber vê xebata pir biwate û pîroz; di serî de ji tevahiya hevalên xwe yên jin ku bi meha ye ji bo serkeftina hilbijartina 14’ê Gulanê bi awayekî xwebexşane, bi inyad û bênavber li kolan û her qadan têdikoşin pîroz dikin. Bi ruh û hêza civaka demokratîk em spasiya hemû jinên ciwan, tevahiya gelê kurd û hêzên demokrasîparêz dikin. Helwesta demokrasiyê û biryardariya ku di encama vê kedê de derketiye holê, wêrekiya vê yekê, serkeftina me ya herî mezin e. Ji bo ku em xwedî li vê serkeftinê derkevin û tacîdar bikin, weke TJA’yê em soz didin ku ku wê di pêvajoya nû de jî bibin hêza pêşeng a berxwedan û serkeftinê. Em ê bi hev re, bi hêza xwe ya rêxistinbûyî bi ser bikevin û serkeftinê bînin.”