Ji bo razemeniya ji derve pêvajoya 'li bendê be, bibîne'

Aborînas Mûstafa Sonmez bal kişand ser rewşa aboriyê ya piştî hilbijartinê û dema piştî hilbijartinê ji bo sermayedarên navneteweyî yên razemeniyê dikin weke pêvajoyeke 'li bendê be, bibîne' pênase kir.

Li Tirkiyeyê hilbijartinên serokkomariyê yên ji du tûran pêk tê bi dawî bûn. Di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê de ku 28'ê Gulanê pêk hat, Recep Tayyîp Erdogan ê ku derfetên dewletê hemû bi kar anî, bi ser ket. Yek ji mijarên ku di dema hilbijartinê de herî zêde li ser hate axaftin, aboriya nebaş bû. Tifaqa Cûmhûr gelek gavên demkî têkildarî aboriyê avêt û gelek xal jî weke alternatîf pêşkêş kir. Li qadê jî wesayitên 'hilberîna xwecihî' pêşkêşî mirovan hatin kirin. Demeke kurt beriya hilbijartinê rezervên dowîzê yên Banka Navendî alarm didan. Li gorî daneyên TCMB, di hefteya 19'ê Gulanê de rzervên brut bi ketina ji 3,5 milyar dolarî re daket asta 101,6 milyar dolarî. Li Banka Navendî di nava 2 mehan de 25 milyar dolar kêm bû. Piştî hilbijartinê bi rojekê, dowîzên ku dihate gotin hatine tepisandin û bi rêya swap hatiye kontrolkirin, careke din buhayê wê zêde bû.

Aborînas Mûstafa Sonmez li ser rewşa aboriya Tirkiyeyê û encamên piştî hilbijartinê axivî. Sonmez destpêkê bal kişand ser sedema kêmbûna rezervên dowîzê û anî ziman ku hin formûl ji hin aliyan ve bi kêr bên jî encam eşkere ye. Sonmez got, "Bêguman pirsgirêka dowîzê heye, em vê yekê hem ji rezervên Banka Navendî dişopînin, hem jî ji meyla zêdebûna buha dibînin. Aboriya Tirkiyeyê bi têrkerî nikare dowîzan qezenç bike, lê belê xerc dike; ev yek pirsgirêkeke bingehîn e. Ji firotina derveyî welat, ji tûrîzmê dowîz tê qezençkirin, lê belê kirîna ji derveyî welat gelekî zêde ye. Bi taybetî li ser malê razemeniya madeya xav û enerjiyê. Ji bo vê kirînê jî pêwîstî bi hîn bêhtir dowîzê heye û deyn hene. Divê deyn bêne dayin û ev yek timî bê dewamkirin. Ji ber vê jî pêwîstî bi dowîzê heye. Dowîz qadeke welê ye ku mirov bi rêya wê danheviyên xwe lê bi cih dike. Daxwaz gelekî zêde ye, lê pêşkêşî kêm e. Wê demê jî buhayê dowîzê timî zêde dibe.

Hikumet hewl dide vê daxwazê kêm bike, buhayê wê jî kontrol bike. Ji bo kêmkirina daxwazê hewl dide bêhtir balê bikişîne ser lîreyê Tirk. Ji bo vê jî diviyabû faîz bihata zêdekirin, lîreyê Tirk bibûya xwedî faîz ku mirovan berê xwe nedan dowîzê. Lê belê vê hikumêt bi vî rengî nekir, hem faîz tepisand, hem dowîz tepisand û hewl da dowîzê kontrol bike."

Li gorî Mûstafa Sonmez ji bo hêzên sermayedar ên navneteweyî yên ku dixwazin razemeniyê bikin rewş nediyar e û anî ziman ku eger rewşa nediyar bê çareserkirin hingî çavkaniya ji derve dikare bê peydakirin. Sonmez bi bîr xist ku piştî demeke nêz wê hilbijartinên xwecihî bêne kirin, lewma nediyar e ku Erdogan polîtîkaya faîzê bipejirîne yan jî dev jê berde.

Sonmez ragihand ku welat ji aliyê demografîk ve bûye du parçe û got, "Hilbijartinên dawî jî ev yek nîşan da. Ahengiyek nîne. Bêguman biyanî jî wê vê yekê li ber çavan bigirin. Wê van hemûyan binirxînin û biryara xwe li gorî wê bidin. Lewma jî divê mirov bûyeran bişopînin."