Li Qelqeliyê îhale bi neheqî ji fîrmayeke AKP'î re hate dayin
Qeyûmê ku dest daniye ser Şaredariya Qelqeliyê, îhaleyek bêyî vexwendinê da fîrmayeke AKP'î û kir ku fîrmaya alîgirê desthilatdariyê 2 milyon û 895 hezar TL'yî bi neheqî qezenç bike.
Qeyûmê ku dest daniye ser Şaredariya Qelqeliyê, îhaleyek bêyî vexwendinê da fîrmayeke AKP'î û kir ku fîrmaya alîgirê desthilatdariyê 2 milyon û 895 hezar TL'yî bi neheqî qezenç bike.
Li Şaredariya Qelqeliyê ya Wanê ku qeyûm dest daniye ser, di 23'ê Gulanê de îhaleya çêkirina avahiya xwaringeha Prefabrîk pêk hat. Ji vî karê ku tê payin 3 rojan dewam bike, li gorî 21/B'yê îhale hate kirin.
Li gorî qanûna îhaleyê herî kêm diviyabû 3 fîrma tevlî îhaleyê bibûna. Lê belê agahî ji ti fîrmayê re nehate dayin û vexwendîname tenê ji fîrmayekê re hate şandin. Îhale jî bi vî rengî hate kirin.
Karê ji bo çêkirina xwaringeha prefabrîk ku tê payin 3 rojan dewam bike, bi buhayekî gelekî zêde yê ji 2 milyon û 895 hezar TL'yî ji şîrketa Çelîkyay Tûrîzm Înşaat Nakliyat Sanayî ve Tîcaret LTD a AKP'yî re hate dayin.