YSK ji bo dengdana li derveyî welat ji bo berjewendiya Erdogan tevdigere
Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li welatên ku Kiliçdaroglû li pêş e dengdan daxist 2 rojan û li welatên ku Erdogan li pêş e jî dengdan wekî 4 roj diyar kir.
Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li welatên ku Kiliçdaroglû li pêş e dengdan daxist 2 rojan û li welatên ku Erdogan li pêş e jî dengdan wekî 4 roj diyar kir.
Ji bo hilbijartina tûra duyemîn dengdan wê dest pê bike. Lê rojên dengdanê li gorî encamên sindoqan hate diyarkirin.
Hilbijêr wê di 20’ê Gulanê de biçin ser sindoqan. Lê Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li DYE, Avûstralya, Îngîltere, Îrlanda, Îspanya, Japonya, Kanada û Lîbyayê yên ku namzetê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû li pêş bû, dengdan ji 5 rojan daxist 2 rojan.
Li Fransa, Elmanya, Belçîka û Hollandayê ya ku Recep Tayyip Erdogan li pêş bû rojên dengdanê nehate guhertin.