ROJEVA 17'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Bûyerên têkildarî tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yên li Tirkiyeyê wê werin şopandin.
- Komîteya Rêveber a PKK'ê destnîşan kir, encamên hilbijartinê yên 14'ê Gulanê nîşan dan ku divê li dijî siyaset û mejiyê faşîst-qirker têkoşîneke bêrawestan û hîn bi bandor bê kirin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, bidawînekirina siyaset û mejiyê qirker, mêtinger û faşîst ji bo her kesî metirsî ye û bang li her kesî kir ku li dijî vê yekê têbikoşin.
- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku di afirandina çanda lehengî, fedakarî û wêrekiyê de şehîdên meha Gulanê pêşeng bûn.
- Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê bi bîr xist ku di navbera 20-24'ê Gulanê de wê li London, Manchester, Leicester û Edinbourghê dengdan bê kirin û bang li gel kir ku bi dirûşma 'Dîktatoriyê rawestîne, dîrokê binivîsîne' tevlî dengdanê bibin.
- Pirtûkxaneya Amara ku berhemên çandî, wêjeyî, hunerî, olî, felsefî û tibî lê ne, pirtûkxaneya destpêkê ya Şoreşa Rojava ye.
- Ji beşdarên konferansa nîqaşkirina karûbarên OPCW Hejar Nûredîn Kakeyî diyar kir ku ew hewl didin têkiliyên bi saziyên enternasyonalîst re xurt bikin, sûcên li dijî gelê Kurd bi wan re nîqaş bikin û piştevaniyeke navneteweyî bi dest bixin.