Qeyûmê Nisêbînê gefa mirinê li rojnamevan Kanbal xwar

Qeymeqamê Nisêbînê Ercan Kayabaşi, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal gefa mirinê li rojnamevan Ahmet Kanbal xwar.

Farûk Kiliçê ku ji lîsteya AKP'ê hat hilbijartin û bû parlamenterê Mêrdînê, çû serdana Qeymeqamê Nisêbînê Ercan Kayabaşi ku wekî qeyûm tayinî şaredariya navçeyê hatiye kirin. Qeymeqamtiyê jî têkildarî vê serdanê hin wêne li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal belav kir. Di wêneyekî de, wêneyê Mustafa Kemal ê xuya nake. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal jî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ji Kayabaş dipirse ku çima wêneyê Mustafa Kemal ê li dîwêr daliqandî ne li cihê xwe ye. 

Piştî vê Kayabaşi jî bersiva da pirsa Kanbal. Kayabaşi bi van gotinan gef li Kanbal xwar:"Em ê nehêlin kes wêneyê Rêberê Mezin Mûstafa Kemal Ataturk û alaya me ya serfiraz ne ji dîwaran ne jî ji asîmanan daxîne. Lê mişkên te yên çiyê wextekê ev ceribandinbûn. Encam, kîsikên zer." 

Kanbal, ragihandin ku ew ê giliyê Kayabaşi bike.