Rêxistina Efûyê: Li 20 welatan 900 kes hatin darvekirin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir di sala 2022’an de li 20 welatan nêzî 900 kes hatine darvekirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir di sala 2022’an de li 20 welatan nêzî 900 kes hatine darvekirin.
Li gorî Rêxistina Efûyê di sala 2022’an de li 20 welatan 883 kes hatine darvekirin. Li gorî sala borî ji sedî 53 zêde bûye.
DARVEKIRINÊN LI ÇÎNÊ NEHATIYE HESIBANDIN
Di raporê de hate diyarkirin li Çînê par bi hezaran kes hatine qetilkirin û hejmar neketiye qeydan. Hate diyarkirin di sala 2021’an de hejmara darvekirinê 520 bû û di sala 2022’an de jî bûye 825.
SIÛDÎ EREBISTANÊ DI ROJEKÊ DE 81 KES DAR VE KIR
Darvekirinên li Îranê di sala 2021’an de ji 314 bû û ev hejmar di sala 2022’an de jî bûye 576. Li gorî raporê Siûdî Erebistanê di rojekê de 81 kes dar ve kiriye.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir darvekirinên li dinyayê zêdetir e û got “Li Çînê hejmara kesên hatine darvekirin baş nayê zanîn û li vî welatî darvekirin gelekî zêde ye.”
Di raporê de hate diyarkirin li Kazakistan, Papûa Yenî Gîne, Sîerra Leone û Komara Efrîkayê ya Navîn ev sûc hatiye rakirin û li Gîneya Ekvatorê û Zambiyayê jî bi tenê ji bo sûcên edlî darvekirin hatiye rakirin.