Gunay: Em bi tu zextan bêzar nabin!
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku operasyonên deshilatê ji tirsa têkçûyînê ye û got: “Bi tu zext û gefan em bêzar nabin.“
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku operasyonên deshilatê ji tirsa têkçûyînê ye û got: “Bi tu zext û gefan em bêzar nabin.“
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, têkildarê operasyonên li 21 bajaran ku navend Amed bû, daxuyanî da.
Gunay li navçeya Nazîllî ya Aydinê, li avahiyê partiyê, daxuyanî da û diyar kir ku Alîkara Hevserokên Giştî ya Berpirsa Birêxistinkirinê Ozlem Gunduz û Hevberdevkê Komîsyona Birêxistinkirinê Mahfûz Guleryuz, hiqûqnas, hunermend û rojnamevan jî di nav de 110 kes hatine destgîrkirin.
Gunayê got: “Desthilata AKP-MHP’ê heyfa têkçûna xwe hiltîne. Hevalên me yên hiqûqnas, hevalên ku ji ewlehiya hilbijartinê berpirs in, wê ewlehiya sindoqan pêk bînin. Rojnamevanên çalak, hunermedn, hemû hevalên me yên ku qirêjiyên desthilata AKP-MHP’ê teşhîr dikin û di vî warî de dixebitin hatine destgîrkirin. Desthilata AKP-MHP’ê ti tirsa têkçûyîna xwe vê sibehê operasyon kir.“
Gunay got ku ew bi tu zext û gefan bêzar nabin û wê li têkoşîna xwe dewam bikin. Gunay bang li her kesî kir ku bi awayekê çalak li qadê tev li xebatên hilbijartinê bibin û ji bo faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin divê ewlehiya sindoqan pêk bînin.
Gunayê axavtina xwe wiha bi dawî kir: “Desthilata AKP-MHP’ê bi gef û zext û destgîrkirinê negihîje tu encamê. Rojên dawîn ên faşîzmê ne, ji bo hûn têk biçin em li qadan e. Hûn têk çûn, gelên berxwedêr bi ser ketin, em bi ser ketin, em li vir in, ji bo guhertinê em bi hev re têdikoşin.“