ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Bazarcixê ji ber rabûna bahozê herî kêm 20 kes birîndar bûn
Li navçeya Bazarcixa ji ber rabûna bahozê gelek konteynir û konan zirar dîtin, herî kêm 20 mexdûran erdhejê birîndar bûn. -
Polîsan belavkirina belavokên Partiya Çepên Kesk asteng kir
Namzetên Partiya Çepên Kesk û endamên partiyê yên li Taksîmê belavok belav dikirin gelek caran ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. -
KNK'ê Cejna Remezanê pîroz kir
Konseya Rêveber a KNK'ê Cejna Remezanê bi hêviya aştî, azadî û aramiyê pîroz kir. -
HDP-Partiya Çepên Kesk: Em ê vê cejnê di 14'ê Gulanê de careke din pîroz bikin
HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo Cejna Remezanê peyamek weşandin û gotin, "Em bawerin ku em ê vê cejnê di 14'ê Gulanê de dubare bikin -
Malbat û parêzeran ji bo 'cejnê' xwestin biçin Îmraliyê
Parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku zêdeyî 2 sal in agahî jê nayê wergirtin û yên girtiyên din ên li Îmraliyê, bi wesîleya Cejna Remezanê xwestin biçin Îmraliyê û ji bo vê serlêdan kirin. -
Li Edîrneyê êşkence li girtiyan tê kirin
Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê êşkence li girtiyan tê kirin. Girtiyên nexweş bi kelepçeyan tên emeliyatkirin û li hucreyan de tên tecrîdkirin. -
Du sal in ji Îmraliyê agahî nayên stendin, li gorî Wezaretê sedem ‘ne di destê wan de ye’
Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê di hinceta derbarê tecrîda li Îmraliyê de ku pêşkêşî Dadgeha Makeqanûnê (AYM) kiribû îdia kir ku "muameleya xerab" tune ye û ji ber sedemên "ne di destê wan de” hevdîtin hatine qutkirin. -
ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Cenazeyê Turelî li Êlihê hat veşartin
Huseyîn Turelî ku ji ber dozên der barê wî de ji bêgavî çûbû Başûrê Kurdistanê û di 17'ê Nîsanê de li Dihokê hat qetilkirin, li Êlihê bi beşdariya bi sedan kesî hat veşartin. -
Malbata Şehîd Akdogan nerazîbûn nîşanî nedayîna cenaze da
Ji bo Alî Akdogan ê ku li herêma Omeriya ya Mêrdînê şehîd bû, konê sersaxiyê hate danîn. Malbatê got: “Em pê serbilind in” û nerazîbûn nîşanî nedayîna cenaze da. -
Cezayê 22 salan ê girtîgehê yê li Gokkan hate birîn, hate pejirandin
Cezayê 22 sal û 6 mehan ê girtîgehê ku li Bedevka TJA'yê Ayşe Gokkan hate birîn, hate pejirandin. -
Li Ayşe Gokkan 3 sal û 9 meh ceza hate birîn
Li Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan bi hinceta "Konê Çareseriyê" yê di sala 2011'an de hatiye vekirin 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat birîn. -
Rojnamevan Akînan hate destgîrkirin
Rojnamevan Serdar Akînan vê sibehê ji aliyê polîsan ve li mala xwe hate destgîrkirin. -
ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
HDP’ê qetilkirina Turelî şermezar kir
HDP'ê qetilkirina karsaz Huseyîn Turelî ya li Başurê Kurdistanê şermezar kir û got, " Rûreşiyeke mezin e ku Herêma Kurdistanê bûye navenda qetlîaman!“ -
Salek û 9 meh ceza dan rojnamevan Guleş
Rojnamevan Mehmet Guleş ê ku jinûve hate darizandin, bi salek 9 meh û 25 rojan hate cezakirin. -
Cezayê girtîgehê li rojnamevan Îsmaîl Çoban hate birîn
Dadgehê li Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin Îsmaîl Çoban salek û 3 meh û 22 roj cezayê girtîgehê birî. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, parêzeran serlêdana hevdîtinê kirin. -
'Dengê xwe nedin pîvazê!'
Afîşa "Dengê xwe nedin pîvaza ku kîloya wê 30 TL ye" ya li standa Partiya Çepên Kesk a li Kadikoya Stenbolê, gelekî bala gel dikişîne. -
ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Biryara berdewamkirina girtina rojnamevanan: Rûniştina yekem 11'ê Tîrmehê ye
Dadgehê biryara berdewamkirina girtina 16 rojnamevanên ku di meha Hezîranê de li Amedê hatibûn girtin da û rûniştina yekem di 11’ê Tîrmehê de hate diyar kirin. -
Girtiyên jin ji CPT’yê re name nivîsî: Demildest dest li girtîgehan werdin!
68 girtiyên jin ên ku ji CPT’yê re name şandin gotin, “Demildest mudaxeleyî kiryaran li girtîgehan bikin, mirinên li girtîgehan pêk tê rawestînin.” -
Rêxistinên hiqûqê: Li Hatayê leşkeran êşkence li hempîşeyên me kirin
Rêxistinên hiqûqê diyar kirin ku li Hatayê leşkerên Tirk êşkence li parêzeran kirin û li Îzmîrê gilî kirin. -
HPG’ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bi bîr anî û got “Hevrêyên me Seran, Denîz, Battal, Andok û Harûn ji herêmên cihê yên Kurdistanê tevlî nav refên têkoşînê bûn û bûne mînakên herî pêş ên yekîtiya gelê me.”