Polîsan belavkirina belavokên Partiya Çepên Kesk asteng kir

Namzetên Partiya Çepên Kesk û endamên partiyê yên li Taksîmê belavok belav dikirin gelek caran ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Koma ku namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek, Ozturk Turkdogan, Ozgur Sakî û Nîlay Kuş di nav de bûn, xwestin li Rêya Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê belavokan belav bikin.

Koma ku belavok belav dikirin gelek caran ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîs ji bo girseyê bike du parçe, otobus derbas kirin. Ligel gelek astengiyan komê meşa xwe domand.  

Li ser navê koma ku hatin qada Taksîmê Ozturk Turkdogan axivî û diyar kir ku xebatên wan ê hilbijartinê tê astengkirin û bi vî rengî mafê propagandayê tê binpêkirin.

Piştî axaftinê kom çû konên Partiya Çepên Kesk a li Taksîmê.