Malbata Şehîd Akdogan nerazîbûn nîşanî nedayîna cenaze da

Ji bo Alî Akdogan ê ku li herêma Omeriya ya Mêrdînê şehîd bû, konê sersaxiyê hate danîn. Malbatê got: “Em pê serbilind in” û nerazîbûn nîşanî nedayîna cenaze da.

Di 12’ê Adarê de li herêma Omeriya ya Mêrdînê di êrîşa hewayî de 3 endamên HPG’ê şehîd bûbûn. Yek ji wan jî Alî Akdogan e û cenazeyê wî li “Goristana Bêkesan” a Artûklûyê hatiye veşartin. Malbata Akdogan li Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê şîn danî. Di şîna ku gelek kesan serdana wê kir de malbatê nerazîbûn nîşanî nedayîna cenazeyî da.

Hatîce Akdogan, anî ziman ku zarokê wê beriya 11 salan tevlî PKK’ê bûye û wiha got: “Em pê serbilind in. Herkes nikare vî barê giran û bi şeref hilgire. Rêya me rêya rûmetê ye.” Akdogan, da zanîn ku tevî serlêdan kirin jî nekarin cenaze bigirin û wiha berdewam kir: “Piştî testa DNA’yê gotin em ê cenaze bidin we. Hemû kesên li wê goristanê zarokên me ne.”

Bavê wî Şukru Akdogan jî wiha got: “Heta mirinê wê têkoşîna wan bi me re bijî. Em soz didin wan ku em ê ji rêya wan veneqetin. Em çûn dozgeriyê û me serlêdan kir. Em nizanin ka wê ev pêvajo heta kengî dirêj bibe. Bila ew bizanin ku çi zehmetiyê derxînin jî bixwazin me bikujin jî em ê cenazeyê zarokê xwe bigirin. Rêberê Gelê Kurd bi salan e ji bo vî gelî di girtîgehê de ye. Doza me ne doza pere ne jî ya bi nav û dengbûnê ye. Doza me doza rûmet û şerefê ye.”

Akdogan ji bo cenazeyên li goristana bêkesan hatine veşartin bang kir û xwest ku her kes xwedî li zarokên wan derkeve.