Cenazeyê Turelî li Êlihê hat veşartin

Huseyîn Turelî ku ji ber dozên der barê wî de ji bêgavî çûbû Başûrê Kurdistanê û di 17'ê Nîsanê de li Dihokê hat qetilkirin, li Êlihê bi beşdariya bi sedan kesî hat veşartin.

Huseyîn Turelî ku ji ber dozên der barê wî de ji bêgavî ji Tirkiyeyê koçî Başûrê Kurdistanê kirîbû, di 17'ê Nîsanê de li bajarê Dihokê li Navenda Danûstendinê Family Mallê hatibû qetilkirin û jiyana xwe ji dest dabû. Turelî îro li warê xwe Êlihê hat veşartin.

Cenazeyê Turelî duh danê êvarî ji Deriyê Sînor ê Xabûrê hat wergirtin. Wesayîta cenaze li ser rêya Cizîrê ji aliyê polîsan ve hat sekinandin. Bi hinceta ku otopsiya cenaze nehatiye kirin, cenaze ber bi Şirnexê ve hat şandin. Piştî karên otopsiyê cenaze îro radestî malbatê hat kirin.

Malbatê cenaze anî Goristana Asriyê ya Êlihê. Di dema anîna cenaze de polîsan goristanê dorpêç kir û nehişt ji xeynî ferdên malbatê kes têkeve hundirê goristanê. Ji ber vê bi sedan kes li derveyî goristanê ma. Piştî wecîbeyên dînî, Turel hat veşartin.