Malbat û parêzeran ji bo 'cejnê' xwestin biçin Îmraliyê

Parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku zêdeyî 2 sal in agahî jê nayê wergirtin û yên girtiyên din ên li Îmraliyê, bi wesîleya Cejna Remezanê xwestin biçin Îmraliyê û ji bo vê serlêdan kirin.

Malbat, parêzer û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi wesîleya Cejna Remezanê serlêdana hevdîtinê kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî serlêdanê hevdîtinê kirin.

Parêzeran ji bo karibin Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtina cejnê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.