Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, parêzeran serlêdana hevdîtinê kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziy Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke nû kirin.

Ji bo dîtina Abdullah Ocalan ku zêdeyî du sal in agahî jê nayê girtin û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê, parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.