Li Ayşe Gokkan 3 sal û 9 meh ceza hate birîn
Li Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan bi hinceta "Konê Çareseriyê" yê di sala 2011'an de hatiye vekirin 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Li Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan bi hinceta "Konê Çareseriyê" yê di sala 2011'an de hatiye vekirin 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Bi hinceta ku di sala 2011’an de şaredara Nisêbînê ya wê demê Ayşe Gokkan li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtaniyê ‘Konê Çareseriya Demokratîk’ vegirtiye, doz hatibû vekirin.
Dadgeriya Tirk, şiaredara wê demê ya Nisêbînê Ayşe Gokkan bi hinceta "bi zanebûn alîkariya rêxistinê kiriye" sûcdar kir.
Berê jî Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Gokkan birîbû lê Saziya Darazê ev ceza xera kiribû. Doz dîsa hate kirin.
Gokkan bi rêya Sîstema Deng û Dîmenê (SEGBÎS) têkildarî rûniştina biryara ya dozê bû.
Gokkan di parastina xwe ya bi Kurdî de diyar kir ku dadgehê ji destpêkê ve bêalîbûna xwe winda kiriye û daxwaza redkirina dadger dubare kir. Gokkan got, "Ez vê dadgehê, lijneya wê, serokê wê û heta karmendê wê red dikim."
Parêzer Mûharrem Şahîn jî got, “Lêpirsîn ji ber propagandayê hatiye kirin, di qanûnên me de tiştekî bi navê alîkarîkirina propagandayê nîne. Ji ber vê sedemê ji bo ku em parêznameyên xwe li dadgehên bilind bikin em ê li ser esasê, parastina xwe nekin."
Gokkan li ser pirsa gotina dawî got, "Ez dadgehê red dikim, jin, azadî û jiyan nayên darizandin."
Heyeta dadgehê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Gokkan birî.