Cezayê girtîgehê li rojnamevan Îsmaîl Çoban hate birîn

Dadgehê li Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin Îsmaîl Çoban salek û 3 meh û 22 roj cezayê girtîgehê birî.

Rojnameya Azadiya Welat bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Bi hinceta hinek nûçe û nivîsên di navbera 4 û 30’ê Îlon û 1 û 21’ê Cotmeha 2014’an de hatine weşandin, derheqê Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin û dadgehê bi heman îdiayê salek û 6 meh û 22 cezayê girtîgehê li Çoban birî. 

Di dozê de cezayê girtîgehê salek û 8 meh û 25 roj li Çoban hatibû birîn lê ceza hatibû taloqkirin. Lê ji ber ku di dozeke din de ceza li Çoban hate birîn, doza ku cezayê wê hatibû taloqkirin. 

Rûniştina dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Çoban beşdarî rûniştinê nebû û lê parêzerê wî Resûl Temûr amade bû. Dozgerî mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir. Dozger xwest ku cezayê salek û 8 meh û 25 rojan ê rojnamevan Çoban were ragihandin û xwest ku Çoban ji ber “Xala 7/2 ya Qanûna Hejmar 3713 a Têkoşîna li Dijî Terorê” ku dikeve çarçoveya “Propagandaya rêxistinê” were cezakirin. Dozger, îdia kir ku “sûc” bi rêya çapemeniyê hatiye kirin û xwest ku di çarçoveya xala 43’yemîn a TCK’ê de cezayê Çoban were zêdekirin.  

Parêzer Resûl Temûr li dijî mutalayê parastinê kir û destnîşan kir ku divê ji ber demboriya dozê, doz were betalkirin. Temûr anî ziman ku nûçeyên hatine çêkirin bi armanca rexneyê hatine çêkirin û ev jî nabe ku bibe sûc û xwest miwekîlê wî were beraetkirin.  

Şandeya dadgehê diyar kir ku beriya doz xera bibe, biryara ku berê daye di hesabkirina ceza de xelet hatiye hesabkirin û xeletiya hesabkirina ceza sererast kir û salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Çoban birî.