ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.

- Ji namzetên Stenbolê yên Partiya Çepên Kesk Tûrgût Oker bi bîr xist ku HDP û Konfederasyona  Yekîtiyên Elewiyan ên Ewropayê di sala 2015'an de hevkariyeke stratejîk kirin û got, "Partiya Çepên Kesk di heman demê de partiya Elewiyan e."

- Hevseroka HDP'ê ya Colemêrgê Hemeyra Armût destnîşan kir ku armanca wan ew e li Colemêrgê bi Partiya Çepên Kesk temamiya dengan werbigire û 3 wekîlan bişînin meclîsê.

- Namzetên Amedê yên Partiya Çepên Kesk Sevîlay Çelenk û Halîde Turkoglû anî ziman ku ew ê li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê bi ser bikevin û bi rêxistiniyeke hîn xurtir dawî li rejîma yek şexsî bînin.

- Namzeta Wanê ya Partiya Çepên Kesk Gulderen Varli diyar kir ku bi hişmendiya welatparêziyê wê azadiya gel û jinên Kurd misoger bikin.

- Namzeta rêza 7'an a herêma 2'yemîn a Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Nîlay Kûş got, "Gel bi hêvî û coş nêzî me dibe. Me ev yek di vekirina buroyên hilbijartinê de dîtin."

- Ji Pîrên Ocaxa Dervîş Cemal Riza Yagmûr got, "Du rê hene; ya ronahî yan jî tarîtî. Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina parêzvanên rastiyê û dijberên rastiyê. Elewî, Kurd, Kedkar, Sosyalîst, Oldarên ji dil ji bo temsîliyeta rastiyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk."