ROJANE
Hemû Nûçe
-
Tevgera Azadî: Êrîşa li ser balefirgeha Silêmaniyê dijminatî ye
Tevgera Azadî diyar kir ku êrîşa li dijî balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê dijminatî ye û banga têkoşînê li dijî êrîşên dagirkeriyê kir. -
Zêdeyî 42 hezar girtî wê li girtîgehan dengê xwe bidin
Li girtîgehan zêdeyî 42 hezar girtî hene ku dikarin dengê xwe bidin. Girtî wê bikaribin bi rêya sindoqên li girtîgehan dengê xwe bidin. Her wiha ewlehiya sindoqan a li girtîgehan jî girîng e. -
Hem penaber û hem jî mexdûrê erdhejê: Ma mafê me yê jiyanê nîne?
Mehmet Şehyar ê Sûriyeyî ku hem penaber e, hem jî mexdûrê erdhejê ye, derbarê destûra rêwîtiya cihêkar nerazîbûnên xwe anî ziman, “Ji ber vê destûrê dest û lingên min hatin girêdan." -
Avci: Ev hilbijartin stratejîk in, divê em zîhniyeta şer têk bibin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci, ku wezîfeya wî hate desteserkirin, diyar kir ku hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê xwedî girîngiyeke mezin û stratejîk in. Avci got, “Divê em di 14’ê Gulanê de ev zîhniyeta şer têk bibin.” -
Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava – XII: Robert Gallagher
3 salan di artêşa Kanada de xebat meşand, çû zanîngehê û beşa zanista siyasetê xwend. Dema têkoşîna mirovahiyê ya li dijî DAÎŞ’ê bihîst, sala 2015’an hat Kurdistanê. Li Başûr bi pêşmergeyan re, piştre çû Rojava û bi YPG’ê re li dijî DAÎŞ’ê şer kir. -
Botan: Ev hilbijartin ji bo Kurdan pêvajoyek girîng e
Parlamenterê berê yê HDP’ê Lezgîn Botan wiha got: “Ev hilbijartin ji bo Kurdan gelek girîng e ku demokrasî dîsa pêk bê û ev rejîma dîktator têk biçe.” -
ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Aydenîz: Deriyên Îmraliyê vekin
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Mêrsînê, li Taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîzê buroya hilbijartinê vekir. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku li vir axivî got, "Ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin." -
Li Îzmîr û Erdexanê xebatên hilbijartinê
Partiya Çep a Kesk li Konakê xebatên hilbijartinê bi civîneke gel a girseyî da despêkirin. Rêxistina Erdexan jî li navçeya Goleyê û navenda bajarê Erdexanê serdana esnafan kir. -
Tifaqa Ked û Azadiyê wê sibe mutabaqata xwe ya hilbijartinê eşkere bike
Tifaqa Ked û Azadiyê wê metna xwe ya mutabaqata siyasî û helwesta têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê roja Şemiyê eşkere bike. -
Dagirkeran 41 caran êrîş kirin
Artêşa Tirk a dagirker 41 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
'Ji bo dengekî bi tenê jî ziyan nebe, em ê bixebitin'
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk destnîşan kir ku ji bo çareserkirina her cûre pirsgirêkên li Tirkiyeyê divê eniya demokrasiyê ya herî berfireh bê avakirin û got, "Lê belê destpêkê divê ev rejîma xwe ji şer û dijminatiyê xwedî dike, ji holê bê rakirin." -
ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Mexdûrên erdhejê meşiyan: Em ê hesab bipirsin
Mexdûrên erdhejê yên di meha duyemîn a erdhejê de meşiyan, gotin: “Heta ku ji berpirsyaran hesap neyê pirsîn em ê bêdeng nebin.” -
Êrîşa nîjadperest a li dijî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk
Li navçeya Bahçelîevlera Stenbolê êrîş birin ser buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk. -
Li Nisêbînê buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk vebû
Li Nisêbînê buroya hilbijartinê ya ewil a Partiya Çep a Kesk vebû. Di vekirinê de hat diyarkirin ku wê jin, ciwan, Kurd û gel bi ser bikevin. -
HDP'ê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn protesto kir: Em ê parastina devkî nekin!
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir ku hemû serlêdanên wan ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve bê hincet hatine redkirin û ragihand ku ew ê di 11’ê Nîsanê de parastina devkî nekin. -
Bayindir çû serdana malbata Şenyaşar: Berxwedana we wê hikumetê hilweşîne
Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir çû serdana malbata Şenyaşar û got, "Di encama berxwedana we de em ê bibînin ku di 14'ê Gulanê de ev desthilatdarî wê hilweşe." -
Ji bo herêma erdhejê hişyarî hate dayin: Baraneke zêde wê bibare
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hişyarî da ku ew li bendê ne li deverên ku erdheja Mereşê bandor lê kir baraneke zêde bibare. -
Li Antalyayê bi hinceta Newrozê 7 kes hatin destgîrkirin
Li Antalyayê polîsên Tirk bi hinceta ku di Newrozê de slogan berz kirine, 7 kes destgîr kirin. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku du sal in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serlêdan kirin. -
Ji Milîsen Zulkuf Gezen ên HBDH'ê çalakiya 4'ê Nîsanê
Milîsên Zulkuf Gezen ên HBDH'ê ragihandin ku bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stenbolê rê li trafîkê girtin û meşeke bi pankartan kirine. -
ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bûldan: Divê Êlih bike 5-0
Partiya Çep a Kesk li Taxa Bahçelîevlerê ya Êlihê buroya hilbijartinê vekir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku di vekirina buroya hilbijartinê de axivî, destnîşan kir ku baweriya wan bi gel heye û got divê Êlih bike 5-0.