ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku wan biryar dane, biryara bêçalakîtiyê ya ji ber erdhejê wergirtin heta piştî hilbijartinê dirêj bikin.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê yên li Tirkiye û Kurdistanê wê werin şopandin.
- Konferansa 'Em cîhana xwe dixwazin' ku wê di çarçoveya dirûşma 'Rabûna li ber modernîteya kapîtalîst' li Hambûrgê bê lidarxistin, wê were şopandin.
- Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk destnîşan kir ku ji bo çareserkirina her cûre pirsgirêkên li Tirkiyeyê divê eniya demokrasiyê ya herî berfireh bê avakirin û got, "Lê belê destpêkê divê ev rejîma xwe ji şer û dijminatiyê xwedî dike, ji holê bê rakirin."
- Parêzer Mahmûd Al Îsa destnîşan kir ku bêdengiya hêz û rêxistinên navneteweyî li hemberî tecrîda li Îmraliyê, hewldanek ji bo astengkirina têkoşîna azadiyê ya gelan e.
- Ji pêşeng û fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê gerîlaya YJA Starê Binevş Vejîn ji bo paşerojeke azad biafirîne tevî hevrêyên xwe heta nefesa dawî têkoşiya.
- Piştî ku pirtûka Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend, diyar kir ku ev yek rêya rast e û berê xwe da Kurdistanê... Destpêkê çû Qendîlê, tevlî nava gerîla bû, piştre jî li Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer kir, fermandarî kir.
- Demeke kurt beriya hilbijartinê, eşkere bû ku AKP'ê li Wanê bi rengekî nelirê endam li xwe qeyd kiriye. Kesên ku bi vê yekê hesiyan gilî kirin. Hiqûqnas Cemal Demîr bang li her kesî kir ku di vê mijarê de baldar bin.