ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê yên li Tirkiye û Kurdistanê wê werin şopandin.
- Konferansa 'Em cîhana xwe dixwazin' ku wê di çarçoveya dirûşma 'Rabûna li ber modernîteya kapîtalîst' li Hambûrgê bê lidarxistin, wê were şopandin.
- Parlamenterê berê yê HDP’ê Lezgîn Botan wiha got: “Ev hilbijartin ji bo Kurdan gelek girîng e ku demokrasî dîsa pêk bê û ev rejîma dîktator têk biçe.”
-3 salan di artêşa Kanada de xebat meşand, çû zanîngehê û beşa zanista siyasetê xwend. Dema têkoşîna mirovahiyê ya li dijî DAÎŞ’ê bihîst, sala 2015’an hat Kurdistanê. Destpêkê li Başûr bi pêşmergeyan re, piştre çû Rojava û bi YPG’ê re li dijî DAÎŞ’ê şer kir.
- Li girtîgehan zêdeyî 42 hezar girtî hene ku dikarin dengê xwe bidin. Girtî wê bikaribin bi rêya sindoqên li girtîgehan dengê xwe bidin. Her wiha ewlehiya sindoqan a li girtîgehan jî xwedî girîngiyê ye.
- Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci, ku wezîfeya wî hate desteserkirin, diyar kir ku hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê xwedî girîngiyeke mezin û stratejîk in. Avci got, “Divê em di 14’ê Gulanê de ev zîhniyeta şer têk bibin.”
- Hevserokê PYD’ê Salih Muslim destnîşan kir ku hilbijartinên li Tirkiyeyê wê rasterast bandorê li Rojava bike û got: "Em hemû amadekariyên xwe yên ji bo berxwedana li dijî faşîzma ku tu pîvan û hiqûqê nas nake, didomînin."