Tevgera Azadî: Êrîşa li ser balefirgeha Silêmaniyê dijminatî ye

Tevgera Azadî diyar kir ku êrîşa li dijî balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê dijminatî ye û banga têkoşînê li dijî êrîşên dagirkeriyê kir.

Li dijî balefirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê ku  êrîşek hat lidarxistin. Hê bi awayekî fermî êrîşkar nehatiye diyarkirin. Li gorî agahiyan êrîş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin.

Tevgera Azadî bi şermezarkirina êrîşê bang li hemû hêzên siyasî û gelê Kurd kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê têbikoşin.

NERAZÎBÛN NÎŞANÎ DAXUYANIYA PDK’Ê HATE DAYÎN

Tevgera Azadî bal kişand ser daxuyaniya PDK'ê Cotyar Adil jî ya rewakirina êrîşa dagirkeriyê û got, "Berdevkê hikûmeteke ku dema erka wê bi dawî bûye, li şûna ku şermezar bike, weke her carê êrîş rewa kiriye û Silêmaniyê dike hedef. Ev daxuyaniyeke tirsonek û pûç e. Ev yek nîşan dide ku wekî siyaseta petrolê siyaseta bi dagirkeran re jî îflas kiriye.”