Hem penaber û hem jî mexdûrê erdhejê: Ma mafê me yê jiyanê nîne?

Mehmet Şehyar ê Sûriyeyî ku hem penaber e, hem jî mexdûrê erdhejê ye, derbarê destûra rêwîtiya cihêkar nerazîbûnên xwe anî ziman, “Ji ber vê destûrê dest û lingên min hatin girêdan."

Penaberên ku li Tirkiyeyê di nava kaos, cihêkarî û zehmetiyên mezin de têkoşîna jiyanê didin, ji aliyê hikûmet û muxalefeta sereke ve bi rêya propagandayê tên tehdîdkirin ku wan bişînin welatê wan. Ev cihêkarî di  karesateke mezin a mîna erdhejê de jî derdikeve holê. Penaberên Sûriyeyî ku ji sala 2017’an vir ve bi biryara Wezareta Navxweyî ya Îdareya Penaberiyê, her penaberek bi destûrname dikare ji bajarekî biçe bajarekî din hate dayîn, di heman demê de 60 rojan destûra çûyîna bajarên din ên ji bajarên erdhejê lê rû dane, tê dayîn. Yek ji van penaberên Sûriyeyî Mehmet Şehyar ji ANF'ê re axivî.

'EV BIRYAR MÎNA FERMANEKÊ YE!'

Şêwekara cil û bergên jinan Mehmet Şehyar a ji Helebê ku di sala 2009'an de beriya şerê Sûriyeyê ji bo xebatê hatibû Tirkiyeyê, diyar kir ku wî destûra kar stendiye û li Stenbolê di atolyeya tekstîlê de dixebitî û ti pirsgirêkek wî tunebû. Şahyar ku nasnameya parastina demkî wergirtiye, bi destpêkirina şerê li Sûriyeyê di sala 2011'an de neçar ma malbata xwe ya li Helebê bîne Tirkiyeyê. Şehyar ê ku tevî malbata xwe li Hatayê dijî û qeyda zarokên xwe li dibistanê kirî, diyar kir ku di sala 2017’an de piştî biryara destûra di navbera bajaran de derket her tişt serûbin bû. Şehyar anî ziman ku mafê wan ê çûnûhatinê yên li bajaran hatiye astengkirin û wiha got: “Ev biryar weke fermanekê bû. Ji bo ku hûn ji bajarekî biçin bajarekî din, pêdivî ye ku hûn destûr ji Rêveberiya Penaberiyê bixwazin. Ew jî tenê 15 rojan destûr dide. Em nikarin herin cihekî êdî. Ji bo dermankirinê ji Rêveberiya Penaberiya Hatayê min destûr girt û çûm Stenbolê.”

'DESTÊN MIN GIRÊDAYÎ NE'

Şehyar da zanîn ku, ev pêkanîn di sala 2017’an de ku mafê azadiya çûnûhatinê ji holê rakir, bi biryareke din a Midûriyeta Îdareya Penaberiyê ya piştî erdhejê rewşê girantir kir û wiha got: “Dema ku li Hatayê erdhej çêbû ez li Stenbolê bûm. Gelek şikir tiştek bi hevjîn û zarokê min nehat, lê mala ku em tê de dijiyan, zirareke mezin dît. Hema ez hîn bûm ku erdhej pêk hatî, ez vegeriyam Antakyayê. Piştî erdhejan Rêveberiya Penaberan biryareke din a taybet ji bo Sûriyeyiyan derxist. Ji ber ku cihê me tunebû, min destûr xwest ku ez biçim Afyonê ba dayika xwe. Lê tenê min karî mehek li wir bimabam. Ji ber ku ne kar heye ne jî pere. Mala min a xerabûyî û hemû tiştên min li vir in. Ez neçar bûm bi malbata xwe re vegerim Antakyayê. Lê niha ez nikarim biçim Stenbolê, destûr nadin, dest û lingê me hate girêdan."

'DIVÊ EV PÊKANÎNA CIHÊKAR BÊ RAKIRIN!'

Şehyar ê ku îro bi malbata xwe re li konbajaran dimîne li dijî cihkariyê nerazîbûnên xwe anî ziman. Şehyar wiha got, "Ez weke hemwelatiyê Sûriyeyê hatime dinê, gunehê min çi ye? Ez şêwekara cil û bergên jinan im, hem modelan xêz dikim hem jî dizayn dikim. Li vir her tişt wêran bûye, kar nemaye. Divê ez biçim Stenbolê ji bo kar bikim, lê destûr nayê dayîn. Em bê mal in. Em ê heta kengî di konan de bijîn? Zarok jî bê dibistan man. Ji me re konteynirek hewce dike, lê ez hêvî dikim ku dîsa ji bo vê jî cudakarî nebe, ez nizanim çi bikim. Ez hem penaber im, hem jî mexdûrê erdhejê me. Şer û erdhej çêbû. Erdhej ji şer xerabtir e. Weke Sûriyeyî mafê me yê jiyanê nîne? Ma divê em ji vê sepanê vê yekê fêm bikin? Ez dixwazim ev pêkanînên cudakarî ji holê rabin.”