Şehîd Gabar Rojava di gotara xwe ya bi sernava “Şerê li Kurdistanê Çima Girîng e?” de, wiha nivîsandibû: “Em ji bo pêşîgirtina li karesata ku em ber bi tên şandin ve, amade me ku canê xwe bidin. Kurdistanek azad ji bo her enternasyonelekê dibe ku armancek têrker be, lê em bi şans in ku dikarin canê xwe ji bo tiştek pir girîng bixin xeteriyê. Bi cesaretê em dikarin nexweşiya ku civaka bi jehrî dike, paqij bikin û ji bo têkbirina vê xebariyê werin ba hev.”
LI DIJÎ FAŞÎZMÊ HEZKIRIYÊ TÊKOŞÎNÊ BÛ
John Robert Gallagher 30’ê Îlona 1983’an li Kanadayê hat dinê. Di nava malbatekê ku xwedî fikirên siyasî ye de, mezin bû. Her tim ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê, hezkiriyê têkoşînê bû. Di temenê xwe yê 18 saliyê de tevlî Quwetên Çekdar ên Kanadayê bû. Tûra Bosnayê jî di nav de, 3 salan xebat meşand. Robert Gallagher piştî ku ji artêşê derket, çû zanîngehê û di qadên Zanista Siyasî û Xebatên Zayendî yên Civakî de bû pispor. Piştî ku dibistan qedand, endamtiya xwe da Meclîsa Şaredariya Torontoyê.
Dayiya wî Valerîe wiha qala kurê xwe Robert dike: “Digot, ‘bawerim rûyê cidî hinek ji çav ket’. Lê rast û şaş, têkildarî fikirên exlaqî û etîk de bi rastî jî xwedî fikirên pir bi hêz bû. Di tevahiya jiyana xwe de hewl dida tişta ku difikirî rast e, pêk bîne.”
DESTPÊKÊ LI BAŞÛR, PIŞTRE LI ROJAVA
Robert girêdayî têkoşînê bû. Di Nîsana 2015’an de hat Rojava û tevlî têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bû. Di mehên Gulan û Hezîranê de li Başûrê Kurdistanê li gel pêşmergeyan li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Piştre Çemê Dîcle derbas kir û li gel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê domand. Navê xwe yê têkoşînê jî kir, Gabar Rojava.
LI EL HOLÊ ŞEHÎD BÛ, JI BO MALBAT Û KESÊN LI WELATÊ XWE, BÛ PÊŞENG
Gabar Rojava di gelek pêngavên li dijî DAÎŞ’ê de cihê xwe girt. Di 4’ê Mijdara 2015’an de, li El-Holê ku dikeve rojhilatê Hesekê (Navçeya ku kampa ku niha zêdeyî 60 hezar malbat û koçberên DAÎŞ’î lê dimînin, lê ye) di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bû. Cenazeyî wî hat şandin warê wî Başûrê Ontarîoyê. Di tevahiya rê de mîna lehengekî hat pêşwazîkirin. Welatiyek Kurd ê ji Kanadayê, ji bo minetdariya xwe ya ji Şehîd Gabar re nîşan bide, wiha got: “Li vir bûyîn, ji bo me pir girîng e. Ji ber ku ew çû wir û ji bo me xwîna xwe rijand. Ev yek cesaretek mezin dixwaze.” Malbata Şehîd Gabar piştî şehadeta wî, piştevaniya xwe ya bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re domand.
SIBE: Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava – XIII: Gûnter Helsten