'Ji bo dengekî bi tenê jî ziyan nebe, em ê bixebitin'

Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk destnîşan kir ku ji bo çareserkirina her cûre pirsgirêkên li Tirkiyeyê divê eniya demokrasiyê ya herî berfireh bê avakirin û got, "Lê belê destpêkê divê ev rejîma xwe ji şer û dijminatiyê xwedî dike, ji holê bê rakirin."

Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên 14'ê Gulanê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, Tifaqa Ked û Azadiyê hîn bêhtir balê dikişîne ser xwe. Vê tifaqa ku wê encama hilbijartinê diyar bike, dest bi karên ji bo hilbijartinê kiriye.

Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê wê bi lîsteya Partiya Paşerojê ya Çep û Kesk tevlî hilbijartinê bibin. Tifaqa Ked û Azadiyê ku ji aliyê HDP, Partiya Çep a Kesk, EMEP, EHP, SMF, TOP û TÎP'ê ve hatiye avakirin, bi rêjeya xwe ya dengan di wê pozîsyonê de ye ku dawî li desthilatdariya AKP'ê ya 20 salan bîne.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk ku yek ji endamên Tifaqa Ked û Azadiyê ye li ser hilbijartinê axivî.

Serokê Giştî yê EHP'ê bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê û got, "Eşkere ye bê welat di çi halî de ye. Em di demeke welê de ne ku zext li gel tê kirin, neheqî tê kirin, kiryarên antî demokratîk hene.

Ev hikumet hemû grevan qedexe dike. Enflasyon her meh mezin dibe û mûçeyan dixwe. Mûçeyê kêmtirîn di bin sînorê birçîbûnê de ye lê kes li ber xwe nakeve.

Hebûna pirsgirêka Kurd bi xwe bi temamî tê redkirin. Ji bilî çareseriya leşkerî reflekseke cuda nayê nîşandan. Li hemberî herêmên Kurdan ên li derveyî sînor bêhejmar operasyon têne kirin. Kes nikare dakeve qadan û kaxizek ji rûpelekî bixwîne. Her roj nûçeyek tê weşandin ku jinek hatiye kuştin."

Ozturk ragihand ku Tifaqa Ked û Azadiyê wezîfeyeke zehmet hildaye, her wiha bi nîşannedana namzet ji bo hilbijartinên serokkomariyê fedakariyeke mezin kiriye û destnîşan kir ku ya ji niha û pê ve bê kirin hîn girîng e.

Ozturk anî ziman ku karên hilbijartinê wê bi tifaqê bi hevkarî bê meşandin û wiha dewam kir: "Partiya me bi helwesta xwe ya sosyalîst enternasyonal a rasteqîn wê parastina xwişk û biratiya gelan û mafên neteweya bindest dewam bike. Di karên hilbijartinê de em ê bernameya xwe ya hilbijartinê li gel tifaqa xwe ji bo çareseriyên bi wate yên meseleyên esasî yên welêt ava bikin."

'JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD TÊKOŞÎNA LI PARLAMENTÊ JÎ ŞERT E'

Ozturk bal kişand ser daxuyaniya namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kiliçdaroglû ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd işaret bi meclîsê kir û li ser nêrînên EHP'ê yên têkildarî pirsgirêka Kurd got, "Partiya me ji avabûnê û vir ve ji bo xwişk û biratiya gelan û wekheviyê têkoşiya. Li aliyê din li dijî siyaseta şer a li gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin, weke yekane şertê bicihanîna wezîfeya têkoşînê ya ji bo xwişk û biratiyê, xurtbûna tevgera sosyalîst weke hêzekê li rojavayê welêt destnîşan kir. Bi vê têgihiştinê dixwaze rêxistiniya partiyê mezin bike. Hebûna pirsgirêka Kurd jî ji ber ku ji ber siyaseta dijminatiyê ya eniya serwer nayê qebûlkirin, em hewl didin bi tevahiya civakê bidin fêhmkirin. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji bo civakîbûnê em li gel têkoşîna gelê Kurd cih digirin, mîna li her qadê bêguman şert e ku li parlamentê jî têkoşîn bê meşandin."

'EM Ê BI HEMÛ HÊZA XWE BIXEBITIN'

Ozturk bal kişand ser girîngiya ewlekariya hilbijartinê û destnîşan kir ku divê di asta herî bilind de tedbîr bêne wergirtin.

Ozturk got, "Desthilatdariya li hemberî me gelekî tarî û xerab e. Lewma divê mirov gelekî baldar be. Lê belê aliyekî xurt ê bi vî rengî yê bloka muxalefetê jî heye; me ji tecrûbeyên hilbijartinên beriya niha ders wergirtin, em hîn bûn ku divê çi bikin. Em hîn bûn divê çi nekin. Li gorî van dersên hatin wergirtin, bi wergirtina tedbîran di asta herî bilind de muxalefet hemû bi baldarî divê tevbigere û li hemberî bûyerên biqewimin bi lez gavan biavêjin. Ji aliyê siyasî ve jî divê em gelekî afirîner bin. Tifaqa Ked û Azadiyê wê dema bê weke yekîtiyeke hêzê wezîfeyên xwe bi cih bîne. Em ê di hilbijartinê de erd û ezmanan bihejînin, em hemû dibînin bê li welêt çi winda dibin. Ji bo guhertina vê yekê em ê karekî xurt bikin û ji bo dengekî bi tenê jî ziyan nebe em ê bi hemû hêza xwe bixebitin."