ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Nedîm Seven destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP'ê ji aliyê aborî, siyasî, dîplomatîk û îradî ve hilweşiya ye û got, ya ku divê bê kirin ew e, di çarçoveyeke qanûnî de bi vê hilbijartinê re dawî lê bê anîn.

- Hevserokên Koma Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr û Sabîne Boeddînghaûs nameyek ji Rektorê Zanîngeha Hambûrgê Prof. Dr. Hauke Heekeren re şandin û xwestin tavilê biryara qedexeyê ya li ser konferansa 'Em cîhana xwe dixwazin' betal bike.

- Serokê CÎK'ê Tûrhalli anî ziman ku AKP 21 sal in olê bi kar tîne, bi vî rengî li ser desthilatdariyê dimîne û got, "Divê gelê me bi wan kesan nexape ku olê ji bo hilbijartinê bi kar tîne û li ser vê polîtîkayê dimeşîne."

- Bûyerên li Efrînê diqewimin ku her cûre bêexleqî lê tê kirin, roja Newrozê li Cindirêsê çar sivîl hatin qetilkirin, piştî çend rojan jî li Êzidiyan ol bi zorê hate ferzkirin, gelo parçeyek ji amadekariya dagirkeriyeke nû û plana pakkirina nokeriyê ye?

- Mele Elî Spêrtî got: “Ti eleqeya dewleta Tirk bi Îslamiyet û şehadetê re nîn e. Tenê dizane zilmkariyê bike.”