Bayindir çû serdana malbata Şenyaşar: Berxwedana we wê hikumetê hilweşîne
Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir çû serdana malbata Şenyaşar û got, "Di encama berxwedana we de em ê bibînin ku di 14'ê Gulanê de ev desthilatdarî wê hilweşe."
Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir çû serdana malbata Şenyaşar û got, "Di encama berxwedana we de em ê bibînin ku di 14'ê Gulanê de ev desthilatdarî wê hilweşe."
Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribû. Di vê êrîşê de hevser û du kurê Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiyê kiribûn.
Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir di 745'emîn a Roja Nobeda Edaletê de, çû serdana malbatê
Parlementerên HDP’ê Omer Ocalan û Ayşe Surucu jî di serdanê de amade bûn.
Bayindîr silavên girtiyên siyasî yên li girtîgehê ji Emîne Şenyaşar re ragihand û got “Îro hemû cîhan piştgiriyê dide berxwedana we. Tu ne bi tenê yî. Em di wê baweriyê de ne ku wê rojekê edalet pêk were. Heta edalet pêk were em ê piştgiriyê bidin berxwedana we. We bi helwesta xwe ev hikûmet hilweşand. Serê te bilind e, lê serê wan tim li ber wan e. We bi berxwedana xwe ya edaletê ev hêza ku li ser mêtingeriyê hatibû avakirin hilweşand. Di encama berxwedana we de em ê bibînin ku ev desthilatdarî wê di 14’ê Gulanê de hilweşe."
Emîne Şenyaşar got, “Li her derê piştgirî dan me, em spasiya her kesî dikin. Gelek kesên derve serdana me dikin. Lê belê hikûmetê edalet pêk neanî."