Hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê nêz dibin. Xebatên hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dikin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci, ku wezîfeya wî hate desteserkirin, têkîldarî hilbijartinên 14’ê Gulanê û pirsgirêkên giştî yên Wanê ji ANF’ê re axivî. Avci, destnîşan kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê xwedî girîngiyeke mezin û stratejîk in û anî ziman ku ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn jî stratejîk in.
Avci anî ziman ku ji xeynî şer ti projeyên desthilatdariya heyî nîne û wiha bi lêv kir: “Desthilatdariya heyî nikare tiştekî bide civakê. Ji xeynî şer ti projeyên desthilatdariya heyî nîne. Ji ber vê yekê şer êdî sînorên Tirkiyeyê derbas kiriye, li Rojhilata Navîn didome. Ji ber ku pirsgirêka Kurd çareser nebûye, ev şer hê jî didome. Desthilatdariya heyî ji bo parastina cihê xwe, bi israr şer didomîne. Di vê şerê ku diqewime de exlaqa şer jî nayê pêk anîn. Rêgezên şer hene. Ev rêgez nayên pêk anîn. Ji bo vê dibêjin, hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo me fersend e. Divê em di 14’ê Gulanê de ev zîhniyeta şer têk bibin. Ji ber vê yekê dibêjin, ev hilbijartin stratejîk in. Em HDP, hilbijêrên HDP û gelê Kurd a welatparêz çi ji destê me bê em ê bikin. “
‘LI WANÊ 100 HEZAR KES BÊKAR IN’
Avci, anî ziman ku divê rêveberiyên herêmî û rêveberiyên giştî ji hev cuda bên dîtin: “Rêveberiyên herêmî nêzî gel in. Eger hûn çavkaniyên gel ji bo gel seferber bikin wê barê rêveberiya navendî jî sivik bibe. Lê desthilatariya AKP-MHP’ê bi vî rengî nafikire. Ger em ji bo Wanê mînak bidin; em ji bo Wanê hatin hilbijartin û me got ku em ê çavkaniyên herêmî yên Wanê, ji bo gelê Wanê bi kar bînin. Ji ber ku em qala nêzî 100 hezar bêkaran dikin, divê qada îstîhdamê bê vekirin. Ji xeynî wê, her cure pirsgirêkên Wanê hene; mînak pirsgirêka hawirdorê heye, divê were çareserkirin. Wan bajarekî sînor û geştyarî ye; divê binesaziya vê were avakirin. Rewşa Gola Wanê diyar e. Divê pirsgirêka veguhastinê jî çareser bibe.”
Avci anî ziman ku di nava vê pêvajoyê de ji bo ku partiya wan bêbandor bikin, doza Kobanê vekirin û got: “Niha li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîd heye. Li ser Rojava û Başûr êrîş hene, her curê çekên kîmyewî tên bikaranîn. Ev jî parçeyek ji plana bêbandorkirinê ye.”
‘DIVÊ EM BALA XWE BIDIN EWLEHIYA SINDOQAN’
Avci got: “Ev hilbijartineke pir stratejîk e. Em bi Partiya Çep a Kes re li 81 bajaran tevlî hilbijartinan dibin. Ev pir girîng e. Desthilatdariya heyî ji bo ku winda neke, dikare serî li her curê hîleyan bide. Divê em bala xwe bidin ewlehiya sindoqan. Partiya me wê ji bo serokomariyê namzeta/ê xwe dernexe. Wê du sindoq werin danîn. Yek ji bo serokomariyê, ya din jî ji bo parlamenteriyê. Divê em bi hemû hêza xwe ji bo gelê xwe û parlemteriyê bixebitin. Divê em teqez zîhniyeta şer têk bibin. Bila serê gelê me tevlîhev nebe. Divê gelê me li gorî biryarên navenda me ya giştî tevbigere.”