Botan: Ev hilbijartin ji bo Kurdan pêvajoyek girîng e
Parlamenterê berê yê HDP’ê Lezgîn Botan wiha got: “Ev hilbijartin ji bo Kurdan gelek girîng e ku demokrasî dîsa pêk bê û ev rejîma dîktator têk biçe.”
Parlamenterê berê yê HDP’ê Lezgîn Botan wiha got: “Ev hilbijartin ji bo Kurdan gelek girîng e ku demokrasî dîsa pêk bê û ev rejîma dîktator têk biçe.”
Parlamenterê berê yê HDP’ê Lezgîn Botan têkildarî pêvajoyê hilbijartinê ji ANF’ê re axivî.
Botan diyar kir ku Tirkiye niha di rêyek dîrokî de, ber bi hilbijartinê ve diçe û got: “Ji bo Rojhilata Navîn, ji bo Tirkiyeyê û bi taybetî jî ji bo Kurdan ev hilbijartin gelek girîng e. Tirkiye di aliyê ekonomiyê de jî, pirsgirêkên cidî dijî. Eger di vê hilbijartinê de dîktatorî û alîgirên şer bi ser bikevin, ev yek wê deriyên karesatên mezin vebike. Lewma ev hilbijartin ji bo Kurdan, ji bo gelê Tirk û gelên Rojhilata Navîn jî gelek girîng e ku demokrasî dîsa pêk bê û ev rejîma dîktator têk biçe.”
Botan qala peymana Lozanê kir û destnîşan kir ku ev hilbijartin, hilbijartinekî dîrokî ye. Botan ragihand ku ji bo parastina hebûn, nasname û zimanê Kurdî, divê siyasetmedarên ku li ser navê gelê Kurd siyasetê dimeşînin, bi rengekî hevpar bikevin nava tevgerê û ev tişt got: “Bakurê Kurdistanê, parçeyekî mezin ê Kurdistanê ye. Bendewarî gelek in. Yanî niha dewleta Tirk di pozîsyonekî de ye ku dikare mudaxeleyî sê parçeyên din jî bike. Geşedanên li Bakurê Kurdistanê çiqasî dewleta Tirk di aliyê demokrasiyê de teng bike, ev yek wê êrîş û zextên li ser sê parçeyên din jî sivik bike.
Ji wî alî ve em bi moral in. Gelê Kurd wê ji vê saetê û şûnde, wê dest ji mafên ku bi dest xistiye bernede. Lê gelo ev yek têrê dike? Na. Gelo xeterî heye? Heye. Em dixwazin ku 14’ê Gulanê bibe wesîleya aştî, azadî, demokrasî û edaletê.”