Êrîşa nîjadperest a li dijî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk

Li navçeya Bahçelîevlera Stenbolê êrîş birin ser buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk.

Li dijî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a li Taxa Kocasînan a li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê hate vekirin, êrîşeke nijadperestîpêk hat.

Di êrişa ji aliyên kesên nasnameya wan nediyar ve di saetên serê sibê de dema kes li buroyê nebû hate kirin de alên li derve hatibûn daliqandin û stîckerên bi dîwaran ve hatin jê kirin.

Li ser erd û dîwaran ji bilî 3 hilalan xeber û heqaret hatin nivîsîn. 

Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Bahçelîevlerê têkildarî êrişê serî li dozgeriyê da û giliyê êrişkaran kir.