Li Îzmîr û Erdexanê xebatên hilbijartinê
Partiya Çep a Kesk li Konakê xebatên hilbijartinê bi civîneke gel a girseyî da despêkirin. Rêxistina Erdexan jî li navçeya Goleyê û navenda bajarê Erdexanê serdana esnafan kir.
Partiya Çep a Kesk li Konakê xebatên hilbijartinê bi civîneke gel a girseyî da despêkirin. Rêxistina Erdexan jî li navçeya Goleyê û navenda bajarê Erdexanê serdana esnafan kir.
Partiya Çep a Kesk, li Konaka Îzmîrê xebatên hilbijartinê bi civîneke gel a girseyî da destpêkirin. Civîn dê li Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çîmentepeyê bihata kirin, lê ji ber ku beşdar zêde bûn civîn li kuçeyê hat kirin. Bi sedan kes tevlî civîna li ber nûnertiyê bûn. Li vir hilbijartin hat nîqaşkirin û tiştên divê bên kirin hatin xeberdan.
Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Berna Çelîkê bal kişand ser hejmara jinên ku tevlî civînê bûn û got: "Ev nîşan dide ku dê hevalên jin di hilbijartinê de pêşengiyê bikin. Em ê bi vî awayî bi ser bikevin."
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê Mehmet Sabrî Gul jî bibîr xist ku mehek ji hilbijartinê re maye û got ku du rê li ber wan in. Gul got: “Di vê rêyê de an wê tarîtî bidome an jî rêya aştî û azadiyê vebe. Tercîh a me ye. Ji vir bang dikim, bila gelê me bibin muşahîd û xwedî li rayan derkevin. Serkeftin a me ye, rojên ronî yên me ne."
Piştî axaftinan civîn bi govendgerandinê bi dawî bû."
LI ERDEXANÊ SERDANA ESNAFAN
Partiya Çep a Kesk û Rêxistina HDP’ê ya Erdexanê jî serdana esnafan kir. Partiya Çep a Kesk û rêveberên HDP’ê li navenda bajêr têkildarî hilbijartinê agahî dan gel û guhdarî pirsgirêkên gel kir. Welatiyên ku nerazîbûn nîşanî krîza ekonomiyê dan û gotin ku wê di hilbijartinan de desthilatdariyê biguherînin.