Aydenîz: Deriyên Îmraliyê vekin
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Mêrsînê, li Taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîzê buroya hilbijartinê vekir. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku li vir axivî got, "Ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin."
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Mêrsînê, li Taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîzê buroya hilbijartinê vekir. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku li vir axivî got, "Ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin."
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Mêrsînê, li Taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîzê buroya hilbijartinê vekir. Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin û Hevseroka Giştî ya PArtiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û bi sedan kes tevlî vekirina buroyê bûn. Beriya vekirina buroyê govend hat gerandin û dirûşme hatin berzkirin. Piştî govendê Aydenîz û Akin tevê dayikan li ber çep û tilîliyan qurdêleya buroyê birîn. Di dema vekirian buroyê de dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.
Piştî vekirina buroyê ewilî Hevberdvekê Giştî yê partiya Çep a Keskan Îbrahîm Akina axivî. Akin ku got "Dibêjin em ê partiya we bigirin, de wê de herin. Rejîma qesrê de wê de here. Va ye gel, vaye vîna gel li vir e. Hêza we têra girtinê nake" got: "Piştî 14'ê Gulanê dê jiyaneke nû dest pê bike."
Akin destnîşan kir ku ne Tifaqa Cumhûrê ne jî Tifaqa Miletê ne rêya wan, rêya wan Rêya Sêyem e û got ku ew ê vî welatî ji xirbaiyan xelas bikin.
Piştî Akin, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz bi Kurdî axivî.
Axaftina Aydenîzê bi vî awayî ye:
"Merhaba Kurdistana biçûk ji we re. Ev hîn destpêk e. Em diçin kû vê coşa mezin dibîn in. Bila dost û neyar bibînin. Ewê ku dibêjin gelê Kurd tuneye, xwediyê îrade nîne bila vê qadê û li vê destpêkê binhêre. Gelê kurd her tim li ser piya ye her tim li pêşiya xwe dinhêre. Her bijî ji we re.
‘EV DESTHILAT WÊ TÊK BIÇE’
Em di demek de, di dîrokekî taybet de hilbijartinê pêşwazî dikin. Ev hilbijartin çima dîrokî ye. Sedsala komarê 2023 ye. Sedsala peymana Lozanê jî 2023 ye. Di Lozanê de xwestin gelê Kurd parçe bikin, ji zimanê wî ji çanda wî ji erdnîgariya wî dur bixin. Lê gelê me çû kê derê bi zimanê xwe bi çanda xwe bi hebûna xwe bi destkeftinê xwe parastina xwe kir. Îro em li Mersînê ne. Mêrsîn bûye Kurdistana biçûk. Her bijî ji we re. Ev hilbijartin çima girîng e. Ev hilbijartin di navbera faşizmê û demokrasiyê re derbas dibe. Hinek dixwazin faşizmê mayînde bikin. Lê gelê me jin ciwan gelê demokrasî dixwaze ji bo pêşeroja azad dixwazin demokrasiyê ava bikin. Hilbijartin di navbera van herdû hêzan de ye. Faşizm bi polîtikayê şer politikayê qeyûm û tecridê dixwazin gelê Kurd di bin tecridê de bihêlin. Lê em li hemberî, şer tecridê, li hemberî qirkirina jinê, şerê qirêj têkoşîna demokrasiyê didin û di 14’ê Gulanê de emê wan def bikin. Ev desthilat wê winda bike.
‘ABDULLAH OCALAN NÎŞANEYA ÇARESERIYÊ YE’
Îro ger ku Tirkiye bi qeyranê re rû bi rû mabe sedema vê yekê ya yekemîn ne çareseriya pirsgirêka Kurd e. Em ji vir dibêjin ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd lazim e deriyê Îmraliyê were vekirin. Heta deriyê Îmraliyê venebe emê têkoşîna xwe li her derê mezin bikin. Em dizanin birêz Abdullah Ocalan nîşaneya demokrasiyê azadiyê çareseriya pirsgirêka Kurd e. Lewma em dibêjin ev hilbijartin di navbera azadî û faşizmê de. Em tên ji bo azadiyê, ji bo aştiyek birûmet tên. Em tên ji bo azadiya gelan û ji bo azadiya birêz Ocalan tên.
Em gelê Kurd mafdar in sedsale em têkoşîn didin, bi berdelên mezin me destkeftiyan bi destxist. Em zimanê xwe çanda xwe statuya xwe dixwazin. Ji bo heya îro çawa ku me têkoşîn kir ji îro pêve jî emê vê tekoşînê li her qadê de mezin bikin. Hilbijartin ji bo vê yekê amûre. Gelê Kurd jin û ciwam emê qesrê wan hilweşîn in. Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî li hemû cihanê bûne mînak. Bi vekirina van bûroyan saet saet, kol kolan emê mal bi mal bigerin. Ev hilbijartin dê azadiyê aştiyê bixwe re bîne. Bîr û baweriya me têr û tijî ye. Ji îro şunde emê her her saetê xwe ji bo çûyina vê îktidarê emê kar û xebat bikin. Çi bikeve ser milê me emê bikin. Berê li Mersinê 2 wekilê me hebû di vê hilbijartinê de emê van vekilê bikin 2 qat. Hûn amede ne. Li her derê emê hejmara wekilê xwe 2 kat zêde bikin. Bi me bi feraseta me bi siyaseta me ew ê demokrasî û wekhevî vere Tirkiyeyê. Di hilbijartina 14'ê Gulanê emê ji 100’î zêdetir wekilên xwe bişînin meclisê. Riya me vekirî be."