Biryara berdewamkirina girtina rojnamevanan: Rûniştina yekem 11'ê Tîrmehê ye

Dadgehê biryara berdewamkirina girtina 16 rojnamevanên ku di meha Hezîranê de li Amedê hatibûn girtin da û rûniştina yekem di 11’ê Tîrmehê de hate diyar kirin.

Di encama operasyona navend Amedê ya di 8’ê Hezîrana 2022’yan de 20 jê rojnamevan bi giştî 22 kes hatibûn destgîrkirin û ji wan 16 rojnamevan hatibûn girtin. 

Bi ser girtina rojnamevanan re 10 meh derbas bûn û Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê 15 jê girtî bi giştî 18 rojnamevanan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame amade kir û ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan ceza xwest. 

4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî îdianame qebûl kir û biryar da ku rûniştina ewil di 11’ê Tîrmehê de bê lidarxistin.

4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê piştî lêkolînkirina dosyayê, biryar da ku rewşa girtî ya rojnamevan Abdurrahman Oncu, Azîz Oruç, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Lezgîn Akdenîz, Mazlûm Guler, Mehmet Şahîn, Mehmet Alî Ertaş, Neşe Toprak, Omer Çelîk, Ramazan Gecîken, Remziye Temel, Serdar Altan, Sûat Doguhan û Zeyel Abîdîn Bulut bidome.