KNK'ê Cejna Remezanê pîroz kir

Konseya Rêveber a KNK'ê Cejna Remezanê bi hêviya aştî, azadî û aramiyê pîroz kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand.

Di peyama KNK'ê de hate gotin, "Sibe cejn e, cejna Remzanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li tevayî Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirin. Dagirkerî, gef û tehdîtên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin. Li li Rojhilatê Kurdistanê ji şeş mehan zêdetire bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' serhildanek heye û berdewame. Bi vê ve girêdayî li rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel zêdetir bûne û pirsgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî dewam dikin, problemên herêmên dabirayî heta niha nehatine çareserkirin û êrîşên dewleta Tirk jî serve zêdebûne. Di heman demê de êrîşên li ser Rojava jî berdewamin."

Peyama KNK'ê wiha dewam kir:

"Divê hemî hêzên Kurdistanê li dijî van êrîşan derkevin. Bi vê munasebetê em bang li hemî Kurd û Kurdistaniyan dikin ku li hember êrîş û dagirkeriyê derkevin, dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û li tenişta hêzên parastina Kurdistanê cihê xwe bigrin. "

KNK'ê bal kişand ser hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê û got, "Di van hilbijartinan de bi navê 'Tifaqa Neteweyî' lîsteyek a welatparêzên Kurdistanî û dostên wan jî heye. Em weke KNK, piştgiriya Tifaqa Neteweyî ya Kurdistanî dikin û bang li hemî gelê xwe dikin ku li hundir û derve biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin û vê tifaqê destek bikin."

Di dawiya peyamê de KNK'ê got, "Di van şert û mercan de jî be, em bi hêvî û xwedî wê baweriyê ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Remezanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Îslamê pîroz dikin."