ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.

- Alîkarê Hevserokên HDP'ê yên Wanê Tûncer Saginç destnîşan kir ku ew dixwazin bi Partiya Çepên Kesk li Wanê 8 wekîlan werbigirin û got, "14'ê Gulanê wê ji bo AKP'ê bibe hilbijartina dawî."

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan diyar kir ku ti eleqeya kiryarên AKP'ê bi mirovahiyê, Îslamiyetê û hiqûqê re nîne û got, tifaqa ku AKP serkêşiyê jê re dike tifaqa diz û kujeran e.

- Namzetê Parlamenteriyê yê Bedliyê Huseyîn Olan ê ji Partiya Çepên Kesk anî ziman ku ew ê jiyana nû bi hev re ava bikin û bang li gelên Tirkiyeyê kir, ji bo li dora Partiya Çepên Kesk li hev bicivin.

- Ji rêveberên Komeleya Aştiyê ya 10 Ekîm û namzetê rêza yekemîn ê herêma 2'emîn a Enqereyê Îhsan Seylan ê ji Partiya Çepên Kesk got, "Di 14'ê Gulanê de wê nebaşî ji holê rabe."

- Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî pîroz kir.