Li Edîrneyê êşkence li girtiyan tê kirin
Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê êşkence li girtiyan tê kirin. Girtiyên nexweş bi kelepçeyan tên emeliyatkirin û li hucreyan de tên tecrîdkirin.
Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê êşkence li girtiyan tê kirin. Girtiyên nexweş bi kelepçeyan tên emeliyatkirin û li hucreyan de tên tecrîdkirin.
Êşkence û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li dijî girtiyan dewam dikin.
Nevzat Ozer û Huseyîn Ozen ên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ne, bi nameyên ku nivîsandine binpêkirinên mafan ên li girtîgeha ku lê dijîn vegotin.
'HEMÛ RÊVEBER PARÇEYEK JI TECRÎDÊ NE’
Ozer, di nameya xwe de anî ziman ku gelek binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin û wiha got: “Du kesên ku di heman hucreyê de dimînin, nikarin ji hevalê xwe yê hevkar re name binivîsin. Dema em sedemê wê jî dipirsin yekane bersiva didin me dibe ‘qedexe’. Zamên di demên dawiyê de ji posteyan re hatin ji aliyê nivîsîna name û faksan de zehmetiyê dide me. Mafê me yê sohbet, xwe gihandina pirtûk-weşan, name, telefon û hevdîtinê tê sînorkirin. Bi pêkanînên weke ringa yek hucre, dernexistina kelepçeyan a li nexweşxaneyê, kelepçekirina bi sedyeyê an jî bi leşkerî ve mafê tedawîkirinê tê astengkirin. Kesên cezayê girtîgehê yên muebbeta girankirî girtine saetekê derdixînin cihê hewadariyê.”
Ozer, di nameya xwe de bi bîr xist ku tespîtên zanyaran ên ku mayîna ji 40 rojan zêdetir a mirovan a di hucreyan de ji bo tenduristiyê zirar e û wiha got: “Lê girtî heta mirinê mehkûmî van hucreyan tên kirin. Ev ne darvekirina bi demê re hatiye vehêlan e? Mijareke din a herî girîng jî astengiyên li pêş dermankirina girtiyên nexweş e. Bi sedan girtiyên nexweşên giran hene ku nikarin tena serê xwe li girtîgehê bijîn. Neberdana wan nayê wateya ku terkî mirinê tên kirin? Tenê di sala 2022’yan de ji bo tedawiya wan hate astengkirin ji 76’an zêdetir girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Hemû kesên ku van mirinan paşguh dikin, bi pêkanînên tecrîda girankirî ji van mirinan ne berpirsyar in?”
PIŞTÎ EMELIYATÊ XISTIN HUCREYÊ
Ozer, di nameya xwe de bal kişand ku girtîgeh li ser tecrîdekê avakirî ne tenduristvan, rêveber, leşker û gardiyan perçeyekî vê tecrîda girankirî ne.
Ozen jî diyar kir ku îdareya girtîgehê bi pêkanînên keyfÎ tevdigere û wiha got: “Piştî qanûna sansurê ya derxistin nîşandan ku tu hiqûqê nas nakin. Bi hevalê xwe yê hucreyê re ji bo hevalê xwe yê li girtîgeheke din dimîne name şand lê ji bo astengkirina vê jî tu hiqûqê nas nakin.”
Ozen di nameya xwe de ragihand ku girtî Ercan Kartal du caran krîza dil derbas kir û bi awayekî kelepçekirî li Nexweşxaneya Bajêr a Tekîrdagê hate emeliyatkirin û wiha got: “Tevî ku stent xistinê bûnê jî di hucreya tecrîdê de careke din aciz bû û rakirin nexweşxaneyê. Piştî giştînameya Wezareta Dadê têkildarî girtiyên nexweş weşand, endamê TAYAD’ê Mehmet Govel ê nexweşiya wî ya penceşêra prostatê didome, hate girtin. Ev jî nîşan dide ku naveroka wê danezanê çiqas vala ye.”